Li Amedê aktivîsta TJA'yê hat binçavkirin 2018-11-20 13:39:15   AMED - Aktivîsta TJA'yê Zeynep Olbeci di encama serdegirtina bi ser mala wê de hat binçavkirin.    Polîsan bi ser mala Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Olbeci ya li semta Gaziler a Navçeya Kayapinara Amedê de girtin û ew binçav kirin. Polîsan Zeynebê birin Muduriyeta Emniyetê.   Derbarê sedema binçavkirina Zeynepte tu agahî nehat bidestxistin û Zeynepê berê jî di çarçoveya operasyona 9'ê Cotmehê ya li dijî siyasetmedar û rojnamegeran de hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.