‘Abdullah Ocalan îradeya me ye, em azadiya xwe dixwazin’
- 09:08 20 Mijdar 2018
- Rojane
WAN - Jinên Wanê diyar kirin ku jinên Kurd bi fikrê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di riya azadiyê de pêngavên mezin avêtine û wiha got: “Tecrîda li hemberî Ocalan li hemberî jinên Kurd e. Ji ber Ocalan îradeya me ye divê demildest tecrîd rabe.”
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re, ji 2’ê Nîsana 2015’an bi heyeta Îmraliyê re ji 11’ê îlona 2016’an jî bi malbatê re nikare hevdîtinê bike. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê li dozgeriya komarê ya Bursayê tê kirin jî bi hincetên cuda tên redkirin.
‘Ocalan ji bo jinên Kurd gelek girîng e’
Jina bi navê Arzu Çîntan bertek nîşanî tecrîdê da û got bi destpêkirina tecrîdê re li Tirkiyeyê kaos, şer û krîz derketiye holê û wiha got: “Jinên Kurd bi saya fikrên Ocalan pêngavên mezin avêtin. Ji ber vê Ocalan ji bo jinan gelek girîng e. Jin divê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê mezin bike. Xwedî li Ocalan bê derkevin. Divê her kes destê xwe bike bin kevir.”
‘Gelê Kurd ji Ocalan qut nabe’
Jina bi navê Meryem Takva jî bi lêv kir ku ew dixwazin derbarê rewşa Abdullah Ocalan de agahiyê bigirin û wiha pê de çû: “Dewlet baş dizane ku tiştek bê serê Ocalan wê Kurd cîhanê xera bikin. Tirkiye wê tu car rehet neke. Bila malbat û parêzerên wî biçin bibînin. Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Bila baş bizanin ku Gelê Kurd tu car ji Ocalan qut nabin. Tecrîd ne tenê li ser Ocalan li ser hemû gelê Kurd e.”
‘Ocalan îradeya me ye’
Xiyal Yacan jî destnîşan kir ku dema Abdullah Ocalan bi komployê teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin, li Şirnexê bûne û 10 ciwanî bedena xwe daye ber agir. Xiyalê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Şirnex, Cizîr, Elkê û her derê çalakî pêk hatin. Pevçûn çê bûn. Kesî girtina Ocalan qebûl nedikir. Gel ji bo Ocalan cîhan rakir ser piyan. Ji ber Ocalan îradeya me ye.”