Jinên Şirnexê wê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê li Hezexê bidin

  • 13:46 19 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Jinên Şirenxê bernameya xwe ya çalakiyên ku ew ê di çarçoveya 25'ê Mijdara Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser jinê ya Cîhanê wê pêk bîn aşkera kir. Çalakiya yekem ew ê li Hezexê bê lidarxistin.
 
Jinên Şirenxê bernameya xwe ya çalakiyên ku ew ê di çarçoveya 25'ê Mijdara Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser jinê ya Cîhanê wê pêk bîn aşkera kir.  Jinên ku ew ê hefteyekê çaçakiyên wekî semîner û panel li dar bixin rawestegeha çalakiyên wan a yekemîn Hezex e. 
 
Bernameya çalakiyan wiha ye: 
 
*20'ê Mîdarê saet 13.00'an de li Hezexê bi tevlibûna parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş wê panel bê lidarxistin. 
 
*22'yê Mijdarê  saet di 13.00'an de li navenda Şirnexê wê bi tevlibûna parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr semîner bê dayîn. 
 
* 24'ê Mijdarê saet di 13.00'an de li Cizîrê hevdîtina jinan.   
 
 
*25'ê Mijdarê saet di 13.00'an de li Sîlopiyê wê daxuyanî bê dayîn.