Jinên Şirnexê wê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê li Hezexê bidin 2018-11-19 13:46:48   ŞIRNEX - Jinên Şirenxê bernameya xwe ya çalakiyên ku ew ê di çarçoveya 25'ê Mijdara Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser jinê ya Cîhanê wê pêk bîn aşkera kir. Çalakiya yekem ew ê li Hezexê bê lidarxistin.   Jinên Şirenxê bernameya xwe ya çalakiyên ku ew ê di çarçoveya 25'ê Mijdara Roja Têkoşîna bi Tundiya li Ser jinê ya Cîhanê wê pêk bîn aşkera kir.  Jinên ku ew ê hefteyekê çaçakiyên wekî semîner û panel li dar bixin rawestegeha çalakiyên wan a yekemîn Hezex e.    Bernameya çalakiyan wiha ye:    *20'ê Mîdarê saet 13.00'an de li Hezexê bi tevlibûna parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş wê panel bê lidarxistin.    *22'yê Mijdarê  saet di 13.00'an de li navenda Şirnexê wê bi tevlibûna parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr semîner bê dayîn.    * 24'ê Mijdarê saet di 13.00'an de li Cizîrê hevdîtina jinan.        *25'ê Mijdarê saet di 13.00'an de li Sîlopiyê wê daxuyanî bê dayîn.