Ciwanên Minbicê soza xwe ya tekoşînê nû kirin
- 09:52 19 Mijdar 2018
- Rojane
MINBIC- Yekîtiya ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê bi daxiyaniyekê soza tekoşîna li dijî êrîşên hovane yên li ser destkeftiyên gelên Sûriyeyê nû kirin.
Bi navê tevgera ciwanên şoreşger a Suriyê li bajarê Minbicê piştî bi dawîkirina kongira sala duyemîn a Ciwanên Bakurê suriya ji bo diyar kirina rol û misiyona dikeve ser milê ciwanan û li hebmberî her êrîşeke dijminan a li ser destkeftiyên gelê wan bi daxwiyaniyekê helwesta xwe ji êrîşên hovane yên li ser ax û gelê wan raber kirin. Daxwiyanî li Akademiya Şehîd Hozan Can a girêdayî ciwanên şoreşger hat dayîn.
Daxuyaniya ciwanan wiha ye:
"Em dizanin ku dijminê hovane dixwaze qirêjî û hovîtiya xwe bi rêya ciwan li ser welatê me bide kirin. Lê em weke ciwan bi hişiyarî û rixistinkirina xwe em ê tu carî rê nedin vê yek ê û em ê pilanên wan vale derxin. Me rêya felsefeya netewa demokiratîk ji xwe re bingeh girtiya û heta dawiyê emê tekoşîna bi destxistina serkeftina rêka xwe bidin.
Em ê weke Ciwanên Şoreşger ên Suriyê parestina destkeftî û gelê xwe bikin . Qetilkirina zaroka bi navê sarê wê nikaribe nifişên nû tune bike, berovajî vê yekê em ê tekoşîna xwe bilindtir bikin û em ê her di rêka şehîdên ku bi xwîna xwe axa me rizgar kirin û em jî bi saya wan tekoşînê didin. Em ê heya dawî tekoşîna xwe li hemberî dijminan bê navber berdewam bikin."
Ciwana piştî xwendina daxwiyaniyê agir pêxistin û dirûşmên serî hilde û bijî ciwanên şoreşger rêz kirin.