Ciwanên Minbicê soza xwe ya tekoşînê nû kirin 2018-11-19 09:52:07   MINBIC- Yekîtiya ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê bi daxiyaniyekê soza tekoşîna li dijî êrîşên hovane yên li ser destkeftiyên gelên Sûriyeyê nû kirin.   Bi navê tevgera ciwanên şoreşger a Suriyê li bajarê Minbicê piştî bi dawîkirina kongira sala duyemîn a Ciwanên Bakurê suriya ji bo diyar kirina rol û misiyona dikeve ser milê ciwanan û li hebmberî her êrîşeke dijminan a li ser destkeftiyên gelê wan bi daxwiyaniyekê helwesta xwe ji êrîşên hovane yên li ser ax û gelê wan raber kirin. Daxwiyanî li Akademiya Şehîd Hozan Can a girêdayî ciwanên şoreşger hat dayîn.    Daxuyaniya ciwanan wiha ye:   "Em dizanin ku dijminê hovane dixwaze qirêjî û hovîtiya xwe bi rêya ciwan li ser welatê me bide kirin.  Lê em weke ciwan bi hişiyarî û rixistinkirina xwe em ê tu carî rê nedin vê yek ê û em ê pilanên wan vale derxin. Me rêya felsefeya netewa demokiratîk ji xwe re bingeh girtiya û heta dawiyê emê tekoşîna bi destxistina serkeftina rêka xwe bidin.    Em ê weke Ciwanên Şoreşger ên Suriyê parestina destkeftî û gelê xwe bikin . Qetilkirina zaroka bi navê sarê wê nikaribe nifişên nû tune bike, berovajî vê yekê  em ê tekoşîna xwe bilindtir bikin û em ê her di rêka şehîdên ku bi xwîna xwe axa me rizgar kirin û em jî bi saya wan tekoşînê didin. Em ê heya dawî tekoşîna xwe li hemberî dijminan bê navber berdewam bikin."   Ciwana piştî xwendina daxwiyaniyê agir pêxistin û dirûşmên serî hilde û bijî ciwanên şoreşger rêz kirin.