Li Efrînê kiryarên bê sînor li ser gel û jinan berdewam dike
- 09:03 19 Mijdar 2018
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Pêkanînên dewleta tirk ên dijmirovî li ser gelê li Efrînê mane berdewam dikin. Gel û jinên ku êdî nikarin bi wan kiryarên hovane re rû bi rû bimînin di nav hemû xeterî û zehmetiyan de ji Efrînê derdikevin.
Piştî ku TSK bi komên OSO'yê re Herêma Efrînê dagirkirin dest bi pêkanînên dijmirovî yên li dijî gelê li Efrînê mane kirin. Di nav 8 mehên ku di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûne komên girêdayî Dewleta Tirk kiryarên li dijî mirovahiyê yên wek revandina jinan, qetilkirin, talan, îşkence û tecawîzê li ser gel û bi tayîbet li ser jinan bê navber berdewam dikin. Her wiha bi taqybetî jî gel û jinên ku li Efrînê ji bo mal û milkên xwe mane rastî şidetê li dijî mirovahiyê yên dewleta tirk û komên girêdayî wê tên. Kesên mayî ji bo ku xwe ji wan kiryaran xelas bikin di nav hemû xeteriyan de ji Efrînê derdikevin. Di çarçoveya van pêkanînan de jina ku ji ber ewlehiyê em nikarin navê wê bidin Z.O. ya ku di nav hemû zehmetî û xeteriyan de ji Efrînê derketî ji Ajansa mere axivî û wiha behsa kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê ku li Efrînê dikin kir.
'Gel ji ber hovîtiyê derdikeve'
Z.O. Wiha dest bi axaftina xwe kir:" Dema ku dewleta tirk êrîşî Efrînê kir û dagir kir ji bo ku em mal û milkên xwe ji pêkanînên wan biparêzin em li Efrînê man û tu carî em nedifikirîn ji Efrînê derkevin. Ji ber ku komên girêdayî dewleta tirk li ser gel zêde bûn û cûreyên hovîtiyê li ser jinan pêk tînin jî zêde bûn. Vê carê jî ji bo ku gel xwe ji van hovîtiyan biparêze di nav hemû zehmetiyan de hewl didin ji Efrînê derkevin."
Z.O., axaftina xwe wiha berdewam kir :”Ji ber ku ez Xwşika şehîd im Artêşa Azad ya girêdayî dewleta tikr hemû cûreyên hovîtiyê li dijî min pêk anîn; min girtin û her tim ji min re digotin tu agahiyan didî malbata xwe. Min nikaribû serê xwe ji malê derxista ji ber ku dema jinekê dibînin digirin û hemû pêkanînên dijmirovî li ser wê pêk tînin, Li Efrînê dizî, talan, ruxandin, îşkence û qetilkirin berdewam dike. Du caran min gritin û min birin lêpirsînê, peyvên dervayî exlaq ji min re digotin. Ji ber van pêkanînan ez ji Efîrnê derketim û ez hatim Kantona Şehbayê."
'Malên sivîlan talan dikin'
Z.O, diyar kir ku malên sivîlan talan dikin û wiha berdewam dikin " Gelê ku li Efrînê mane êdî tehmula wan ji komên çeteyan re nemaye li Efrînê min bi çavê xwe dît çawa ku malên sivîlan talan dikin û didizin. Yek ji wan mînakan jî mala min bû. Heta ku ez çûm gunid û vegeriyam hemû tiştên min hatibûn dijîn. Li dijî van pêkanînên dijmirovî jî bêdengiya hêzên navneteweyî berdewam dike. Demsala Zeytûnan e lê çete nahêlin ku kesek biçe zeytûnên xwe kom bike. Îşkenceyeke giran li wan dikin. Em li hêviya ku dagirker ji Efrînê bên dexistin û em vegerin malên xwe ne. Me hêviya xwe winda nekiriye. Wê kurd li dijî van pêkanînan serî netewîn. Bila hemû hêzên navneteweyî vê zainibin. "