ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2018'AN

  • 09:00 18 Mijdar 2018
  • Rojev
*Nesîbe Akbag a HDP’î girtin, binçavkirin û zextên li hemberî HDP’ê nirxand û diyar kir ku li dijî zîhniyeta ku dixwaze ‘jina makul’ biafirîne pergala hevserokatiyê hatiye afirandin û ji ber vê jî pergala hevserokatiyê nehatiye qebûlkirin û wih agot: “Di vê dema ku polîtîkayên dijminane yên AKP’ê ku li dijî jinan aşkera tên dîtin, tişta dikeve ser milê jinan têkoşîna bêdawî ye.
 
*Hevseroka bajarê Hesekê Civîn Remo diyar kir ku 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li hemberî şîdeta li ser jinan e û anî ziman ku ew ê asta têkoşînê bilindtir bikin. DÎMEN HEYE
 
*Li bajarên Kurdîstanê di encama polîtikayên şer de qirkirina ekolojiyê bênavber berdewam dike. Li herêma Colemêrgê ji ber çêkirina kanên  madenê xweza, av, ajal, û mirov zirarên mezin dibînin. Der barê  qirkirina ekolojiyê ya herêmê ekolojist Seher Ataş nirxandin kir. 
 
*Yek ji endamên BKKP’ê ku di çarçoveya xebatên yekitiya neteweyî a jinên Kurd de hat avakirin, karsaz Ferda Cemîloglu, diyar kir ku tevî hemû zor û zehmetiyan xebatan berdewam dikin û got bixwebawerbûnek ava bûye. BI DÎMEN
 
*Diyikên Kobanê ku cihê xwe di nava HPC'ê girtine derbarê êrîşên dewleta tirk li ser rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku dewleta tirk a ne xwediya axa Rojava ye bila dest ji axa me berde û dewleta tirk tenê dikare di xewnên xwe de bê ser axa Kobanê û dagir bike.  BI DÎMEN
 
*Nexweşên hemofîlî yên 20 sal berê derfetên dermankirina wan tunebû, niha rêbazên dermankirinê yên bi hêvî hene û di dermankirina nexweşiyê de rolek girîng dilîze.
 
*Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Şengalê Riham Hico; derbarê lîstikên hikûmeta Iraqê û PDK de nêrînên xwe anîn ziman. Rîham Hico derbarê lîstikên PDK û hukumeta Iraqê de  hişyarî kir ku divê êzidiyên di kampan  de Başûr dijîn neyên lîstikên qirej ên Hikûmeta Iraqê û PDK'ê.
 
*Greva ku ji aliyê Parlementera HDP ya Colemêrgê Leyla Gûven ve hatiye destpêkirin li her deveran belav bû.  Ji çalakvanên ku di greva birçûnê de cih digirin Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran İmîr û Hevseroka HDP'ê  ya Colemêrgê Zeynep Kaya anîn ziman ku li dijî tecrîtê bilindkirina têkoşînê ferz e. BI DÎMEN