Li Îdirê mêrê ku êrîşa zayendî kir hat girtin

  • 12:17 17 Mijdar 2018
  • Rojane
ÎDIR – M.Î. yê li Îdirê mamostediyê dike, li ser giliyê 4 xwendekarên pola 4'emîn ên dibistana seretayî bi sucdariya "tacîza zayendî" hat girtin. 
 
Mamoste M.Î. yê Dibistana Seretayî ku perwerde dide zarokan, li ser giliyê 4 xwendekarên pola 4'an a îstîsmar û tacîza zayendî hat girtin. 4 xwendekarên jin, ku rastî tacîza mamoste hatin gilî kirin. Li ser giliyê 4 xwendekarên jin, der barê  mamoste M.Î de lêpirsîn hat destpêkirin. M.Î, ku hat binçavkirin, piştî lêprisînê sewqî dadgehê kirin û heyeta dadgehê bi sucdariya "Tacîza zayendî kiriye" M.Î. şand girtîgehê.