Grevên birçîbûnê hatin destpêkirin: Daxwazên Leylayê yên me ne

  • 12:16 17 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - Ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven 15 siyasetmedaran dest bi greva birçîbûnê kir. Parlamentera DHP'ê ya Amedê Dêrsim Dag ku li ser navê koma dest bi çalakiyê kir daxuyanî da wiha got: "Daxwazên Leyla Guven daxwazên me hemû yan e. Heta ku daxwaz neyên bicihanîn wê çalakiyên me berdewam bikin."
 
Ji bo piştevaniya bi hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Colemêrgê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Leyla Guven ku di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de ye û 10 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger de ye siyasetmedarên HDP'yî û DBP'yî  ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûn kirin. Di daxuyaniya ku beriya çalakiyê hat dayîn de, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterê HDP'ê Musa Farîsoglullari, Hevseroka Bajarê Amedê ya HDP'ê Fîlîz Buluttekîn, Hevserokên DBP'ê yên bajarê Amedê Naşîde Toprak û Îbrahîm Çîçek û welatî amade bûn. 
 
Daxuyanî li Salona Konferansê ya Vedat Aydin hat dayîn û li salonê pankarta bi nvîsa "Em tecrîdê bişînin û faşîzmê beralî bikin", "Leyla Guven mafdar e bila tecrîd bê bidawîkirin" hatin diliqandin û çalakvanan berdilkên ku wênêyê Leyla Guven li ser bû li xwe kirin.
 
'Wê çalakiyên me bidomin'
 
Li ser navê çalakvanan parlamentera DHP'ê ya Amedê Dêrsim Dag daxuyanî xwend û got ku Leyla têkoşîneke mafda daye destpêkirin. Dêrsim bi gotina Leyla Guven a  "Piştî ku ez ji perspektîfên birêz Ocalan bi bandor bûm min dest bi siyasetê kir" bi bîr xist wiha berdewam kir: "Em jî ji perspektîfên birêz Oclana bi bandor bûn û me xwest ku em ji bo vî gelî bibin îrade. Em li pişt axafitnên Leyla Guven in.  Daxwaza Leyla Guven daxwaza me hemûyan e. Em tecrîdê qebûl nakin heta ku bi dawî bibe em ê çalakiya xwe berdewam bikin."
 
'Em ê bi gelê xwe re li ber xwe bidin'
 
Dêrsim diyar kir ku wan li 5 bajaran dest bi çalakiyan kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me li Amedê bi 15 kesî dest bi çalakiyê kir. Heta ku tecrîd bê rakirin û birêz Abdullah Ocalan bi malabt û parêzerên xwe re hevîdtinê bike em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Bi tecrîda li ser brez Oclaan re tunekirina Gelê kurd hedef hatiye girtin. Heta ku tecrîda li ser Gelê Kurd û Serokê kurdan bê rakirin em ê çalakiyên xwe bidomînin."
 
Dêrsim anî ziman ku piştî çalakiya wan a grevê bi dawî bibe jî ew ê tecrîdê şermezar bikin û piştgiriyê bidin Leyal Guven. 
 
Piştî daxuyaniyê greva birçîbûnê hat destpêkirin.