Li Serdeştê bruskê li kon da

  • 11:09 17 Mijdar 2018
  • Rojane
Ehlem Heci-Nesrîn Hisen
 
ŞENGAL - Şeniyên Serdeştê yên ku di demsala zivistanê de di konan de dijî gelek zahmetiyan dikişînin.  Li gel zahmetiyên ku dikişînin gelek caran bi karasatên xwezayî re jî rûbirû dimînin.  
 
Li Serdeştê hîn jî gelek welatî li gel şert û mercên zivistanê di konan de têkoşîna jiyanê didin. Di nava van rojan de li Serdeştê ji ber  barana zêde ku bariya, brûskê li konekî ku malbat tê de bû da, malbatê ji lêdana brûskê tu zerar nedît lê bi lêdana brûskê re, tiştên bi ceryanê ku dihatin xebitandin zerar dîtin. Ji malbata ku konê wan ji ber birûskê zarar diît Baran Mirad diyar kir ku ew di kon de gelek zahmetiyan dijî û bi piranî jî di şert û mercên zivistanê de jiyana wan zahmet tir dibe û divêe xeteriyê.  
 
Jina bi navê Baran Mirad ku yek ji wê malbata di kon de dijî wiha behsa lê dana birûskê kir: “ Em di rewşa pir zehmet de dijîn. Ev çend sal in em li Serdeştê di konan de dijîn.  Ev  ji bo me pir zor û zehmet e pisgirêka tûnebûna avê heye. Berî dû rojan brûskê li konê me da û kir dû parçe. Me bi zorê zarokin xwe xilas kirin, her tiştê me  yên bi ceryanê xira bûn û cerayana çadira me jî têk çû. Em daxwaz dikin ku pirsgirêkên me bên çareserkirin û ji bo me piştevanî bê kirin.”
 
Di çarçoveya piştevaniya ku divê bê dayîn de Meclîsa Tevgera Azadiya Jinen Êzidê ya Serdeştê serdana mala Baran Mirad kir û alîkarî da malbatê.   Endame meclîsa Serdeştê Mircan Mirad diyar kir ku ev çar sal in welatî  di bin zor û zehmetiyan de  dijîn û ew wekî meclîsa jinê bi her awayî amadene ji gelê xwe re alîkariyê bikin.”