Kanalîzasyona du hefteye xitimiye nayê vekirin

  • 09:28 17 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞIRNEX- Fatma Melez diyar kir ku qeyûmê tayînê şaredariya Cizîrê bû reklama 53 wesayîtan dike, lê ev 9 roje kanalîzasyona di baxçeyê wan der derbas dibe xitimiye û wih agot: “Tenê wesayîtek kanalîzasyonê ya şaredariyê heye û ew jî li derveyê welate. Ev du hefteye li navçeyê xizmeta kanalîzasyonê nayê dayîn.”
 
Li Cizîra ku 12 hezar nifûsa wê heye şaredariya ku qeyûm lê hatiye tayînkirin ev du hefte ye xizmeta kanalîzasyonê nade. Di nav 53 wesayîtên şaredariyê yên hatin nûkirin de tenê wesayîtek kanalîzasyonê heye û hat hînbûn ku ew jî ji bo tamîrkirinê li derveyê bajare. Fatma Melez bertek nîşanê rewşê da û got ew 10 rojin bi boriyên xitimî yên kanalîzasyona di baxçeyê wan de derbas dibin dijîn. Fatmayê diyar kir ku şaredarî xizmetê nade wan û bertek nîşanê rewşê da.
 
‘Xizmetê nade’
 
Fatmayê diyar kir ku boriyên kanalîzasyonê ev du hefte ne xitimî ne û her tim baxçeyê wê di bin avê de dimîne û wiha got: “Ev 9 roje rewş wisa ye. Emd için şaredariyê rewşê dibêjin. Lê nayên çênakin. Dibêjin wesayît xera bûne. Ji bo vê divê ewil em 25 mîlyonan fîşê bigirin. Em niha serê xwe dişon û tên ava li vir kom dibe paqij dikin. Piştî em firaqan dişon em car tên vê avê paqij dikin. Şaredarî xizmetê nade.”
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di dema şaredariya DBP’ê de kanalîzasyon di dema wê de dihatin çêkirin û tu pere ji wan nedihat girtin û got niha qeyûm tenê reklama xwe dike.