‘Yên tifaqa jinê nabînin, wê bi ser nekevin’
- 09:26 17 Mijdar 2018
- Rojane
Berîtan Elyakut
STENBOL-Endama SKM’ê Bîrcan Taşkiran diyar kir ku wê bi şîara ‘Em li dijî şîdet, krîzê serî hil didin, di parastina cewherî de ne’ li qadên 25’ê Mijdarê bin û got tu têkoşîna ku tifaqa jinê nabîne wê bi ser nekeve.
Endamên Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) bi dirûşma ‘Em li dijî şîdet, krîzê di serhildanê de ne, di parastina cewherî de ne’ wê îtîrazên xwe bilind bikin. Endama SKM’ê Bîrcan Taşkiran got wê dîsa bi dirûşmeyên girîng li qada bin û got li Tirkiye û Kurdistanê siyaseta jinê bi awayekî cidî derketiye holê.
‘AKP’ê nasnameya jinê tehemul nekir’
Bîrcanê destnîşan kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de jin zêdetir hatine dîtin û ber vê împaratoriya tirsê jî ketiye jiyanê û wiha got: “Êrîşên li dijî jinan bi OHAL’ê re zêdetir bûn. AKP tu nasnameya jinê tehemul nekir. AKP li he derê dixwaze nasnameya jinê ya girêdayê bav, bira, hevjîn û destgirtiye ava bike. Tevger û rêxistina jinê ya li dijî vê vê serî netewandiye heye. Li dijî zîhniyeta serdest ya mêr li her derê têkoşîn daye. Hemû pisgirêkên jinan bi têkoşînek jinê ya topyekun dikare bê çareserkirin.”
Bîrcanê bal kişand ser girîngiya tifaqa jinan û got ew vê tifaqê li ser du esasan digirin dest û wih agot: “Ya yekem tifaqa nav tevgerên jinan de ye. Divê dest ji parçebûnan bê berdan û li ser tifaqa hevpar û daxwazan bên cem hev. Ya duyem jî pêkanîna tifaqa muxalefeta civakiye. Divê hemû jin di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan. Di 2018’and e şîdeta li ser jinan bi awayekî herî dijwar didome. Tevî OHAL’ê jinan qad terk nekirin û divê di 25’ê Mijdarê de jî bi dengekî herî xurt li qada bin.”