Amed starta 25’ê mijdarê sibe dide

  • 09:25 17 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED- Berdevka Demî a DAKAP’ê Bahar Karakaş, diyar kir ku wê starta bernameyên 25’ê Mijdarê yên li Amedê sibê bi daxuyaniyekê bidin û bang li jinan kir ku li dijî şîdetê bibin yek deng.
 
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Hemberî Şîdeta li Ser Jinan , jin l her derê dengê xwe bilind dikin. Li Amedê jî bi pêşengiya Platforma Jinên Dîcle Amed (DAKAP) wê bernameyên 25’ê Mijdarê pêk bên. Starta xebatan wê di 18’ê Mijdarê de li ber AZC Plaza a Ofîsê bê dayîn. Mehan rojê wê jin tevlî tura bîsîkletan bibin. Di 25’ê Mijdarê de jî wê meşek pêk bê.
 
Berdevka Demî ya DAKAP’ê Bahar Karakaş der barê bernameyan de agahî da û got: “Di polîtîkayên der barê jinan de AKP sûcdar tê nîşandan. Belê destê AKP’ê jî têde heye lê ev pirsgirêka pergalê ye. Bi hatina AKP’ê re şîdet, tacîz û tecawiz zêde bûne.”
 
‘Lîstikên qirêj li ser jinan dilîzin’
 
Baharê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê newekheviyek zayendî ya civakê ya cidî heye û wiha berdewam kir: “Newekheviyek wisa tê jiyîn û li Tirkiyeyê polîtîkayên jinan di odeyek serokatiya wezaretê de tê bicihkirin. Van jî pirsgirêk mezin kir. Ev bêsamimiyeta desthilatdariyê jî nîşan dide. OHAL hat çû yên herî zêde berxwedan jin bûn. Herî zêde jin tevlî kongreya KESK’ê bûn. Di berxwedanan de di eniyên pêş de cih girtin.”
 
Em li dijî şîdetê bibin deng’
 
Baharê di dawiya axaftina xwe de divê jin bi rêxistin tevbigerin û got di rojên pêş de wê bernameyê bi rayagiştî re parve bikin û banga ‘em li dijî şîdetê bibin yek deng’ li jinan kir.