Pirsgirêka sedsala 21’ê ya jê tê tirsîn: Bi perperokên nû ber bi cîhanek nû (6)
- 09:23 17 Mijdar 2018
- Dosya
Mekanîznameya parastina cewherî a li dijî êrîşan: TJA
Gulîstan Azak
AMED-Têkoşîna jinên Kurd ku pergala hevserokatiyê pêş xist îro di bin sîwana TJA’yê didome. aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan wiha got: “TJA mekanîzmaya parastina cewherî ya jinan a li dijî 3’emîn Şerê Cîhanê ye. Jin li dora TJA’yê rêxistin û têkoşîna xwe mezin dikin.”
Jinên Kurd ji sala 1919’an ji Kurd Tealî Cemiyetî heta Komeleya Jinên Demokrat a Şoreşger( DDKAD) ya 1970’ê têkoşîna xwe mezin kirin û îro jî di têkoşîna azadiyê de rolek mezin dilîzin.
Jinên Kurd ku li dijî pergala serdest a hat ferzkirin û cehaletê serî hildan, bi taybet li dijî DAIŞ’ê bi têkoşîna dan di dîroka cîhanê de rupelek nû vekirin. Jinan ji bo avakirina jiyanek demokratîk di têkoşîna hat meşandin de pêşengî kirin û îro jî pergala hevserokatiyê ku model tê girtin pêş xistin.
Kotaya jinê û hevserokatî
Di encama têkoşîna jinên Kurd de cara yekem di 2002’an de kotaya jinê pêk hat û di 2005'an de bi Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ji sedî 40 kota jinê pêk hat û her wiha li Tirkiyeyê jî wek partiya yekem a pergala hevserokatiyê pêk aniye jî derbasî dîrokê bû.
Ji DOKH’ê heta TJA’yê
Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOHK) di 2005’an de hat avakirin û Yekemîn Kongreya Jinê di navbera 31’ê Çile-1’ê Sibatê de bi şîara ‘Bi jinan dimeşe azadiyê re netewa demokratîk’ pêk anî. DOKH’ê tevî hemû zext û astengiyan xebatên xwe berdewam kir
DOKH ku bi salan xebat meşand bi biryara ku girt di 2015’a de di bin sîwana Kongreya Jinên Azad (KJA) de hatin cem hev û di 1’ê Sbiata 2015’an de di kongreya pêk hat de bi modela rêxistinbûnê ya KJA’yê berdewam kirin. Piştî KJA bi KHK’ê hat girtin şûnde di bin sîwana Tevgera Jinên Azad (TJA) de têkoşîna xwe meşandin.
‘Wê jin bi ser bikevin’
Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan asta ku niha hatinê li ser mekanîzmaya parastina cewherî a jinan nirxand û got di roja îro de 3’emîn şerê Cîhanê tê jiyîn û wiha got: “Ev şer li dijî jinan hatiye îlanirin. Jinan li dijî polîtîkayên şer li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiye, Rojava û hemû cîhanê berxwedan û destkeftiyên xwe pêşxist. Di vî şerê li dijî jinan pêk tê de wê jin bi serkevin.Yek ji welatên ku êrîşên dijwar li dijî jinan pêk tê Tirkiyeye. Sedema vê jî serokomar Tayyîp Erdogan û AKP ye. Me wek TJA’yê li dijî êrîşan xebat meşand.Li ser vê axê yên herî zêde bûn hedefa êrîşên desthilatdariyê jinên Kurd bûn.”
‘Têkoşîn, berxwedan ne bêçaretiye’
Ayşeyê di berdewamiyê de balkişand ser gotin û pêkanînên desthilatdariyê ku jinan hedef digire û ev tişt bi lêv kir: “Em di vê nokteyê de bi jinan re ketin piştevaniyê. Ji ber vê TJA bû hedefa desthilatdariyê. TJA bi têkoşîna ku salane daye bû xwedî tecrubeyek mezin. Di alî olî de êrîşên mezin yên faşîst çêbûn. Bi van êrîşan hewl didin qada jinê teng bikin. Lê em ne bêçarene. Têkoşîn û berxwedan ne bêçareye.”
‘Jinên berxwedêr zîhniyeta desthilatdariyê teşhîr kir’
Ayşeyê daxuyakirin ku dema DAIŞ’ê jin li bazaran difrot, bi hêzên navneteweyî re li Efrînê êrîş hatiye destpêkirin û wiha got: “Ev zîhniyeta desthilatdariyan ji aliyê jinên berxwedêr yên Efrînê hat teşhîrkirin.”
Ayşe her wiha li ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî sekinî û tecrîd wek qetilkirina jinan bi nav kir. Ayşeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di operasyonên 9’ê cotmehê de di nav de rojname Kîbriye Evren û aktîvîstên TJA’yê jî hene nêzî 100 kesî hatin girtin. Bi van operasyonan Peyma ‘hun berxwe didin em we davêjin zindanan’ dan. Li Tirkiyeyê jin ji hev re dibin piştgir. Dikevin piştevaniyê. Me civînek mezin pêk anî. Me kampanyaya ‘em xwedî li destkeftiyên xwe derdikevin’ da destpêkirin. Xebata me ya din a salê xurtkirina yekitiya jinan bû û me Yekitiya Jinên Kurd îlan kir. Ligel vê xebatên me li seranserê Cîhanê didomin. Me wek TJA’yê di Konferansa Jinan a Cîhanê û Meşa Jinan a Cîhanê de cih girt. Me komkujiyên li Fîlîstînê şermezar kir.”
Ayşeyê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku 25’ê Mijdarê di alî jinan de dîrokek berxwedanê ya kûr e û got divê ev berxwedan ji aliyê jinan ve xwedî lê bê derketin û piştgirî bê dayîn.
Sibê: Li dijî zîhniyeta dixwaze ‘Jina makul’ biafirîne, pergala hevserokatiyê