Jinên Efrînê: Berxwedana me dê her zindî be

  • 09:01 17 Mijdar 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku peyama berxwedana xwe her zindî dikin gotin:"Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û bi fikra Rêber Apo rêxistinbûyina xwe bidomînin."
 
Jinên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûna anîn ziman ku ew niha jî di nava têkoşîna jiyanê de ne û gotin:"Em dixwazin hemû cîhan vê têkoşîna me bibîne û li dijî bê edaletiya dewleta tirk bê deng nemînin. Berxwedana me dê her zindî be."
 
'Berxwedana me dê her zindî be'
 
Zelox Muhemed got:"Em niha li Gundê Ziyaretê yê Şehbayê bi cih bûne. Bila Erdogan baş bizanibe ku Efrîna ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan ew ê ji wî re nemîne. Em ê tola zarokên xwe yên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, hilînin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin û bi fikra Rêber Apo rêxistinbûyina xwe bidomînin. Berxwedana me dê her zindî be."
 
'Em ê mîrateya dê û bavên xwe bidomînin'
 
Her wiha Nebiye Seyid jî wiha got:"Em êrîşên dewleta tirk û bêdengiya rêxistinên navneteweyî şermezar dikin. Her komplo li ser gelê Kurd tên çêkirin. Lê em ê jî her li dijî van komployan bisekinin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Gelê Kurd ji dîrokê heta niha serî netewandiye û em ê mîrateya dê û bavên xwe bidomînin."