'Naxwazin Kurd bibe xwedî statu'

  • 14:32 16 Mijdar 2018
  • Rojane

Rûken Goman 

GIRKÊLEGÊ - Di 2'emîn Konferansa Meclîsa Edaleta Jinê ya ku li Bajarokê Rimêlanê pêk hat de Endama Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed axivî û got:"Ger Kurd beşdarî çareseriya ji bo pirsgirêka Sûriyeyê nebe dê tu carî ev alozî bi dawî nebe û kûrtir bibe. Divê li dijî rêxistinbûyin û têkoşîna gelê Kurd rêz bê nîşandan."
 
Di 2'emîn Konferansa Meclîsa Edaleta Jinê ya ku li Bajarokê Rimêlana Girkêlegê pêk hat de Endama Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku Tirkiye û hêzên ku piştgiriyê didên naxwazin gelê Kurd bibe xwedî statu û wiha got:"Divê hemû alî baş bizanibin ku gelê Kurd xwedî kevneşopî û berxwedanek dîrokî ye û mafên gelê Kurd bi vê yekê girêdayî daxwazên gelê Kurd, her dem bê parastin û rêz jê bê girtin."
 
'Divê hemû kes ji bo nirxên mirovahiyê li berxwe bidin'
 
Îlhamê da zanîn ku niha pêvajoyek gelek dijwar tê jiyîn û wiha got:"Dewleta tirk destkeftiyen hemû gelên li Sûriyeyê dijî hedef digire. Naxwaze gelê Kurd bibe xwedî statu û çi ji destan tê dike. Ji bo gelê Kurd beşdarî mijara çareseriya aloziya 
Sûriyeyê nebe her gefî li hemû gelan dide xwarin. Ev yek hem dijhiqûqî hem jî dijmirovî ye. Ev yek divê ji aliyê tu dewletan neyê qebûlkirin. Divê hemû kes dev ji berjewendiyên xwe berdin û ji bo nirxên mirovahiyê li berxwe bidin." 
 
'Tirkiye nahêle DAÎŞ bi dawî bibe'
 
Îlhamê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Ji ber ku dewleta tirk her dem polîtikayên dijminahiyê li dijî Kurdan kiriye loma Tirkiye nalê ku DAÎŞ bi dawî bibe. Gelê Kurd li dijî DAÎŞ'a ku zirar dida hemû gelan berxwedanek mezin da. Lê Tirkiye alîkariya DAÎŞ'ê kir her dem. Niha jî dewleta tirk li Efrînê bi destên çeteyên OSO'yê sûcê mirovatiyê dike. Divê hemû cîhan li dijî vê yekê rabin. Bi taybet jî jin. Ji ber ku herî zêde jin li wir tên çewisandin. Divê hemû jin li dijî taciz, tecawiz û binpêkirina mafên jinên derkevin."