Remziye Tosun: Polîs bi polîtîkaya neyartiyê nezî me dibin

  • 14:30 16 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - Walîtiyê ji bo çalakiyên piştgiriyê yê ji bo Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven destûr neda. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun ku beşdarî çalakiyan bû bi tacîza polîsan rû bi rû ma. Remziyeyê got:"Li vî welatî destnedayina me ya parlamenteriyê nayê naskirin. Polîs bi polîtîkaya neyartiyê nezî me dibin."
 
Walîtiyê ji bo çalakiyên piştgiriyê yê ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven destûr neda. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun ku beşdarî çalakiyan bû bi tacîza polîsan rû bi rû ma. Remziyeyê da zanîn ku îradeya gel rehîn tê girtin. 
 
Remziyeyê da zanîn ku polîs bi destên îktidara heyî û bi neyartî bi ser wan û bi ser gel de tên û wiha domand:"Em hem bi êrîşa devkî hem jî ya fîzîkî rû bi rû man. Li vî welatî bi destên îktidara heyî polîs bi ser parlamenteran tê dîtin. Lê bila hemû kes bizanibe ku em ji têkoşîna xwe gav paş de navêjin."
 
'Ew ê nikaribin îradeya me teslîm bigirin'
 
Remziyeyê da zanîn ku ew gav paşde navêjin û wiha domand:"Helwesta li dijî partiya me û parlamenteran dûrî demokrasiyê ye. Ev nîşaneya neyartiyê ye. Em ê sibehê li 5 bajaran ji bo piştgiriya Leyla Guven dest bi çalakiyên grevê bikin. Ew dixwazin bi van pêkanînan Leylayê tenê bihêlin lê Leyla ne tenê ye. Em mafdar in û em ê bi gelê xwe re vê têkoşîna mafdar bidomînin. Em bersiva Seyid Riza ya ku dabu dijmin li vir dubare dikin. Me ji we re çonga xwe netewand, bila ev yek jî ji we re bibe derd."