Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

  • 12:36 16 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbatên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din bi boneya biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma û Mehmet Ocalan û wasiyê Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç bi boneya biçin Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Malbatên sê girtiyên din jî ku li Îmraliyê dimînin serlêdan kirin. Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan bi boneya hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li heman serdozgeriyê dan. 
 
Her dawî Mehmet Ocalan di 11’ê îlona 2016’an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. 
  
Li aliyê din ji parêzerên Abdullah Ocalan, Serbay Koklu, Nevroz Uysal û Raziye Turgut bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin cara 764’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê daxwaza hevdîtinê ya parêzeran red kir. 
 
Sewrdozgerî ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev bû 764 car serlêdana parêzeran bi hêcetên cuda red dike.