2'emîn konferansa meclîsa edaleta jinê dest pê kir
- 12:04 16 Mijdar 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Bi dirûşma "Jin afirînera adaletê ye, misogerkirina erka jinê ye" 2'emîn konferansa meclîsa edaleta jinê dest pê kir.
Li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkêlegê bi dirûşma "Jin afirînera adaletê ye, misogerkirina erka jinê ye" 2'emîn konferansa meclîsa edaleta jinê dest pê kir. Bi tevlîbûna 350 delegeyan, endamên rêveberiya xweser, her wiha jinên li sazî û rêxistinên civakî konferans dest pê kir. Piştî deqeyek rêzigirtin a ji bo têkoşerên azadiyê konferans dest pê kir.
Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Eyinûr Başa hat kirin. Eyinûrê wiha got:"Di hemû qadên civakî de jin rolek taybet dilîzin. Rêxistinkirin û kombûna jinan hêze dide mirovan. Em ê bi hev re bi hêzek mezin li ser esasên sîstema demokratîk têkoşîna xwe bidomînin."
Dê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rapora 2 salî bê xwendin û nîqaş li ser bê kirin. Her wiha dê pergala navxweyî ya edaleta jinê were xwendin û nîqaş li ser bê kirin.