Pervîn Bûldan: Divê em bertekên xwe li kuçeyan û ligel hev bidin

  • 11:23 16 Mijdar 2018
  • Rojane
Dilan Babat-Habibe Eren 
 
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan anîn ziman ku li dijî tundiyê divê jin bêtir bi hêz bin û got:"Divê em bi hev re tev bigerin. Gelek sedemên vê yekê hene. Divê em bertekên xwe li kuçeyan û ligel hev bidin. Divê teqez em bên gel hevdu."
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku derbarê wê de bi hinceta "Propagandaya rêxistinê" fezleke hatiye amadekirin, bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê pirsên me bersivan.
 
*Rejîma nû di êrîşên yekem de jin hedef girt. Gelek jinên siyasetmedar di girtîgehan de ne, gelek jî bi êrîş û zextên mezin rû bi rû dimînin. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
 
Em hemû dizanin ku ev zihniyeta yekperest ev 16 sal in didome. Heta ku zihniyet neguhere dê ev zext bidomin. Em dizanin ku AKP'ê ji kirina siyasetê ya jinan aciz e. HDP a ku herî zêde mafên jinê diparêze jî her dem bûye hedefa AKP'ê. Bi polîtikayên xwe her dem jin çewisandiye. Ji bo vê yekê yekîtiya jinê ya li hundur û derve girîng e. 
 
*Jin îro tevî hemû zordestiyan li kuçeyan li berxwe didin. Hûn vê berxwedana jinan çawa dinirxînin?
 
Ev têkoşîna divê tenê wekî mijara jinê neyê dîtin. Li vir berpirsiyariya mêran jî zêde ye. Divê di warê têkçûyina tundiyê de têkoşînek hevpar bê lidarxistin. Jin her dem li kuçeyan di eniya pêş de cihê xwe digirin. Ev tiştekî pîroz e. Jin her li kueçyan e û terk nakin. Sedema vê yekê jî zêdebûna êrîşan e. Jinên ku îradeya gelan temsîl dike û di nava çar dîwaran de ne. Loma divê em bi hev re tev bigerin. Gelek sedemên vê yekê hene. Divê em bertekên xwe li kuçeyan û ligel hev bidin. Divê teqez em bên gel hevdu."
 
*Dema em li daneyan dinêrin em dibînin ku di nava salê de ji 400'î zêdetir jin hatine qetilkirin. Her wiha êrîşa zayendî jî zêde bûye. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
 
Heta ku mêrên bersûc neyên cezakirin ew ê ev tundî û êrîşên zayendî bi dawî nebin. Pêdiviya guhertina hiqûqî heye. Li meclîsê ji xeynî me tu kes di vî warî de bi awayekî hestiyar nêz nabin. Divê ji bo ev pirsgirêkana ji holê rabe hemû jin û mêr bi hevre têbikoşin. 
 
*Di encama tayinkirina qayyiman de destkeftiyên jinê hedef hat girtin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
 
Yek ji peywira AKP'ê ew bû ku destkeftiyên jinê hedef girt. Gelek saziyên ku ji jinan û ji civakê xizmetê dikir girtin. Divê di vî warî de bi taybet jin li destkeftiyên xwe xwedî derkevin. 
 
*Di encama vî şerî de jin hatin qetilkirin, bedena wan hat teşhîrkirin û bi gelek bêhiqûqiyan rû bi rû man. Divê mirov çawa li vê rewşê binêre?
 
Polîtikayên girtîgehan ê AKP'ê didome. Bi vê yekê girêdayî bêhiqûqî jî didome. Jinên girtîgehê bi lêgerîna tazî û bi tacîzê rû bi rû dimînin. Pirsgirêkên herî girîng li girtîgehan tên jiyîn. Li kuçeyan li jinan çi tê kirin li girtîgehan jî tê kirin. Ji bo ev bi dawî bibe gelek hewldanên me çê bûn. 
 
*Dê HDP 25'ê Mijdarê çawa pêşwazî bike? Banga we ya ji bo jinan çi ye?
 
Divê girtiyên siyasî yên ji bo fikra xwe di girtîgehan de ye demildest bên berdan. Di şexsê Figen Yuksekdag de gelek jin niha bi bêhiqûqiyek mezin rû bi rû ne. Loma divê hemû jin di 25'ê Mijdarê de li kuçeyan bin û qadan vala nehêlin. 
 
Wekî HDP'ê me plansaziya ku dê di hefteyekê de pêk were ava kir. Hevalên me yên parlamenter, MYK, PM û Meclîsên jinê dê li her derê Tirkiyeyê panelan, gotubêjna li dar bixin û bi mîtingan li derve bin. Dê li Stenbolê meşa şevê bê lidarxistin. Em ji niha de hemû kesî ji bo 25'ê Mijdarî dawetî qadan dikin.