Zarokên Efrînê: Em naxwazin zarok bên kuştin

  • 10:49 16 Mijdar 2018
  • Rojane
Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne tevî hemû şert û mercên zehmet li kêleka gel berxwedana xwe dewam dikin. 
 
Zarokên Efrînê yên ku bûne şahidên hemû hovîtiyên bê sînor û niha li Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê bi cih bûne gotin:"Efrîn a zarokên Efrînê ye. Em dixwazin dîsa vegerin ser axa xwe."
 
'Em ê hêviya xwe winda nekin'
 
Zaroka bi navê Şevbîn Oso wiha got:"Erdogan gelek zarok li pêş çaven me kuşt. Em nikarin vê yekê ji bîr bikin. Lê em ê tevî hemû zehmetiyan hêviya xwe ya vegerandina Efrînê winda nekin."
 
'Em naxwazin zarok bên kuştin'
 
Muhemed Diwîka diyar kir ku ew ji ser axa xwe bi awayekî dijwarî hatine koçberkirin û got ku ew ê tucarî Efrînê ji bîr nekin û ji bo vegerin li Efrînê lîstikên xwe bilîzin ew ê her xeyalên vê yekê bijîn û wiha domand:"Efrîn her di dilê me de dijî. Dewletên faşîst ji bo berjewendiyên xwe zarokan hedef digirin. Em naxwazin zarok bên kuştin." 
 
'Em ê her bi xeyalên ji bo vegera Efrînê bijîn'
 
Dicîn Cebo da zanîn ku ew zarok in lê hêza dilê wan mezin e û ew bi hêza dilê xwe ya mezin ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hez dikin û wiha got:"Em ê her dem ji bo azadiya Rêberê xwe û vegera Efrînê bijîn. Em ê her bi xeyalên ji bo vegera Efrînê bijîn."
 
'Em zarok in lê xeyalên me mezin e'
 
Îbrahîm Muhemmed jî da zanîn ku tu kes dê nikaribe îradeya wan bişikîne û got:"Em ji Erdogan natirsin. Em ê bi xeyalên xwe yên mezin wan têk bibin. Em zarok in lê xeyalên me mezin e."
 
'Em dixwazin vegerin ser axa xwe'
 
Muhemed Omar got:" Em dixwazin lîstikên xwe bi awayekî azad bilîzin û vegerin ser axa xwe."
 
'Ew çiqasî êrîşî me bike em ê ewqas bi hêz bibin'
 
Rojda Reşîd jî wiha got:"Erdogan xeyalên me dizî. Em gelek ji Efrînê û Rêber Apo hez dikin. Ew çiqas êrîşî me bikin em ê ewqas zêde bi hêz bibin."
 
'Em Efrînê tu carî ji bîr nakin'
 
Herî dawî Hisên Henan jî wiha got:"Em Efrînê tu carî ji bîr nakin. Êrîşî mal û axa me kirin lê em ê dîsa jî vegerin Efrîna xwe."