Rêxistina Efûyê: OHAL rabû lê pêkanîn didomin

  • 09:20 16 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Berpirsa Kampanyayên Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Mîlena Buyum diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê di hiqûqa navneteweyî û Tirkiyeyê de maf e û astengkirina vê jî binpêkirinek cidî ye. Mîlenayê got bi armanca piştevaniya Dayikên Şemiyê re kampanyayek navneteweyî dane destpêkirin û got heta qedexeya bêmaf ranebe wê kampanya bidome.
 
Piştî 700’emîn hefteya çalakiya Dayikên Şemiyê şûnde polîs nahêle dayikên Şemiyê derkevin Qada Galatasarayê. Berpirsa Kampanyayên Tirkiyeyê Mîlena Buyum tevlî çalakiya 711’emîn a Dayikên Şemiyê bû û got wê şopdarê dozê bin.
 
Mîlena Buyum got binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê mirovan ne rehet dikin û wiha got: “Qedexeya ji bo Qada Galatasarayê anîne nayê qebûlkirin. Mafê malbatên ku xizmên xwe winda kirine heye ku bên cem hev û ev mafekî di hiqûqa cîhan û Tirkiyeyê de heye. Astengkirina vî mafî binpêkirinek cidî ye. Ji ber vê sedemê em li gel Dayikên Şemiyê ne. Me li qada navneteweyî kampanya da destpêkirin.”
 
‘Heta qedexe ranabe wê kampanya bidome’
 
Mîlenayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji bo Dayikên Şemiyê her hefte bên cem hev û aqûbeta xizmên xwe bipirsin wê kampanyaya xwe bidomînin û wiha got: “Ji ber şîdeta polîsa di hefteya 700’î de me banga çalakiyek lezgîn kir. Me piştre ev bang berfireh kir. Ev kampanya me jî didome. Ligel vê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî li Tirkiyeyê rastî binpêkirinên mafan ên Tirkiyeyê tê. Ji bo Tirkiye bibe welatekî azadtir em ê çi ji destên me bê bikin.”