Ji aktîvîstên femînîst banga 25’ê Mijdarê: Li dijî şîdetê dakevin kolanan

  • 09:19 16 Mijdar 2018
  • Rojane
MUGLA - Aktîvîstên femînîst diyar kirin ku di nava pergaleke tije şîdet de jin dikarin bi têkoşînê azad bibin û bang li hemû jinan kirin ku di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan.
 
25’ê Mijarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li hemberî şîdeta li ser jinan nêz dibe û jin jî ji bo li dijî her cureyê şîdetê dengê xwe bilind bike, amadekariya ku dakevin qadan dikin. Aktîvîstên femînîst bang li hemû jinan kirin ku dakevin kolanan û bal kişandin ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî.
 
‘Şîdet topyekun û sîstematîk pêk tê’
 
Ji Çatlak Zemîn, Gîzem Ozturk diyar kir ku şîdeta li ser jinên di encama pergala serdest a mêr de, bi awayekî sîstematîk û topyekun pêk tê û wiha got: "Dewlet û pergal vî sûcî normal dike. Bi têkoşîna rêxistinkirî dikare li dijî şîdetê têkoşîn bê dayîn. Şîdeta li ser jinê hewl dide jinê bigire bin hegomonyayê. Ji bo hegomonya ya mêr bê parçekirin divê hemû jin di 25’ê Mijdarê bi awayekî xurt tevlî çalakiyê bibe."
 
‘Em li her derê rastî şîdeta mêr tên’
 
Songul Aydin jî diyar kir ku dewlet li her qadê li şûna jinê biryargirtinê ji xwe re wek maf dibîne û ev tişt daxuyand: “Ji roja desthilatdariya AKP’ê bûye desthilatdar heta niha, ewil kêra xwe avêtiye qada perwerde û tenduristiyê. Zîhniyeta mêr ya desthilatdariyê bi her awayî xwe heyî kiriye. Em ê li dijî her cureyê êrîşê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.”
 
‘Dewlet ne xwedî alavên ku pêşî şîdetê bigire ye’
 
Ji Komeleya Piştevaniya Jinan Fîgan Erozan jî destnîşan kir ku ji dema welîdînê de şîdet di hişê wan de hatiye rewakirin û got jin rastî her cureyê şîdetê tên û tunekirina şîdetê tê wateya ku jin ji xwe re cîhanek nû ava dike. Fîgenê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em rastî şîdetê tên, em rastî sûc tên û divê em sûc bînin ziman û bi jinan re bên cem hev, deşîfre bikin. Di encama vê têkoşînê de îro şîdet di qanûnan de sûc tê dîtin. Em neçarin şîdetê deşîfre bikin. Lê dewlet ne xwedî alavên ku pêşî li şîdetê bigire ye.”