Ji M.A banga ‘Bila jin min jibîr nekin’

  • 09:07 16 Mijdar 2018
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Ji 3 xwişkên ku rastî îstîsmara zayendî ya cerdevan Tekîn Gulaçti hatin, M.A diyar kirku cezayê li sûcdar hatiye birîn hêvî daye wê, lê hîna jî hewcedariya wê bi piştgiriya psîkolojÎk heye û wiha got: “Bila di 25’ê Mijdarê de jin min ji bîr nekin.”
 
Li navçeya Payîzava ya Wanê li gundekî di 15’ê Kanûna 2016’an de derket holê ku 3 xwişk ku 2 heb jê zarokên astengdarin, rastî îstîsmara zayendî ya cerdevan Tekîn Gulaçti hatine. Doza ku gumanbar girtî jê dihat darizandin di rojên borî de bi 40 sal û 10 meh ceza bi encam bû. Ji xwişkan M.A ya 18 salî bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Ser Jinê ya Navneteweyî peyamek da.
 
‘Civak li şûna mêrê sûcdar, me sûcdar dike’
 
M.A bi lêv kir ku îstîsmara zayendî hemû jiyana wê serobino kiriye û got bûyer bi vegotinên xwişkê wê ya li dibistanê derketiye holê û wiha got: “Li şûna mêrê sûcdar em ji civakê dur tên xistin. Ji ber vê em li gund neman. Tekîn kesekî dihat zanîn bû. Li gund tevî ku ne mele bû nimêj bi wî didan kirin. Piştî bûyerê her kesî em sûcdar dîtin. Piştre me xaniyê xwe hilweşand û em hatin Wanê.”
 
‘Ez dixwazin piştgiriya psîkolojîk bigirim’
 
M.A destnîşan kir ku ji ber zextên civakê li dijî xizaniyê jî têdikoşin û ev tişt daxuyand: “Em di kirê de dimînin. Her du xwişkên min li malên hezkirinê yên dewletê hatin bicihkirin. Ez berê diçûm navenda rehabîlîtasyonê. Lê ji ber raporê nikarim nû bikim, êdî nikarim biçim. Di malbatê de tenê birayê min dixebite. Bavê min carna hemaliyê dike. Ez dixwazim piştgiriya psîkolojîk bigirim.”
 
‘Ez ji ber cezayê hatiye dayîn kêfxweş bûm’
 
M.A diyar kir ku xizanî ne girînge û wiha dawî lê anî: “Ez êdî bi hêvî li jiyanê dinêrim. Ez tiştê ku pê re mijul dibim dibînim. Cezayê li Tekîn hat birîn min kêfxweş dike. Ez bang li jinan dikim ku bila di 25’ê Mijdarê de min jibîr nekin.”
 
‘Ez ji bo piştevaniyê spas dikim’
 
Dayika zarokan jî ji bo piştevaniya jinan spas kir û wiha got: “Ji ber bûyer hat serê me xizmên me em sûcdar kirin. Lê jinan em tenê nehiştin. Ji ber cezayê hatiye dayîn em kêfxweşin. Ez ji jinan re spas dikim.”