ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2018'AN

  • 09:00 16 Mijdar 2018
  • Rojev
*Endama Koordînasyona Şaredariyan a Kantona Şehbayê Nûrşan Husên derbarê 25'ê mijdarê de diyar kir ku ger hemû jin bibin yek ew ê bikaribin pêşî li hemû cureyên tundiye bigirin û wiha got:"Jinên ku xwe nas bikin, xwe bi rêxistintin bikin dikarin li dijî tundiyê derkevin û zihniyeta civakê biguherin." DÎMEN HEYE
 
*Bi dirûşma "Ji bo rêya pêşketina demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn" dê bi pêşengiya Komeleya Newroz 
yekem kongreya akademîk û fikrî dê li Lubnanê bê lidarxistin.
 
*Jinên ji mêran kêmtir mûçe digirin, ji sedî 92 bê sendîka û ji sedî 25 jî di karên bê ewle de dixebitin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu diyar kir ku jin wek depoya keda erzan tê dîtin û wiha got: “Hîna jin li gorî mêran bi pereyekî kêmtir tên xebitandin. Ji sedî 70’ê jinan derveyê qeydê tên xebitandin. Ji ber vê jî têkoşîna em didin bêguman têr nake.” DÎMEN HEYE
 
*Ji 3 xwişkên ku rastî îstîsmara zayendî ya cerdevan Tekîn Gulaçti hatin, M.A diyar kirku cezayê li sûcdar hatiye birîn hêvî daye wê, lê hîna jî hewcedariya wê bi piştgiriya psîkolojÎk heye û wiha got: “Bila di 25’ê Mijdarê de jin min ji bîr nekin.”
 
* Ebru Gunay a HDP’î diyar kir ku bandora tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê hemû civakê ve hatiye hîskirin û wiha got: “Tecrîd ji aliyê hikûmetê ve wek rêbaz tê dîtin. Pergala îmraliyê li ser yekbûnê hat avakirin. Mantika qedexeyên derketina derve jî ji tecrîdê tê.” BI DÎMEN
 
*Çalakiya Leyla Guven ket roja 9’emîn û jinên Amedê yên piştgirî dan çalakiyê wiha gotin: “Leylayê carek din nîşanê dijmin daye ku jina Kurd xwedî îradeyek çawa ye. Bila nebêje ez tenê me. Têkoşîna me mezin e. Bêguman em ê bi ser kevin.” BI DÎMEN
 
*Piştî qedexeya derketina derveya li Şirnexê bi hezaran xanî hatin hilweşandin û TOKÎ’yên hatin çêkirin hîna nehatin teslîmkirin. Selamet Koluban diyar kir ku wê vê zivistanê jî bê xanî derbas bikin û got wê malbat bê xanî çi bikin? BI DÎMEN
 
* Aktîvîstên femînîst diyar kirin ku di nava pergaleke tije şîdet de jin dikarin bi têkoşînê azad bibin û bang li hemû jinan kirin ku di 25’ê Mijdarê de dakevin kolanan.BI DÎMEN
 
*Berpirsa Kampanyayên Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Mîlena Buyum diyar kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê di hiqûqa navneteweyî û Tirkiyeyê de maf e û astengkirina vê jî binpêkirinek cidî ye. Mîlenayê got bi armanca piştevaniya Dayikên Şemiyê re kampanyayek navneteweyî dane destpêkirin û got heta qedexeya bêmaf ranebe wê kampanya bidome.BI DÎMEN
 
*Endama Federasyona 78’an a Şoreşger Sevîl Turgut, got doza 12’ê îlonê hat hatiye xerakirin wê di 18’ê Çileyê 2019’an de ji nûve bê dîtin û banga tevlîbûna runiştinê kir. Sevîlê wiha got: “Her hesabpirsînek darbeyê pêk bê divê hesabpirsînek rast be. Ev hesabpirsîn jî jinan ji nêzve eleqeder dike.