Kongreya Star bertek nîşanî îdamkirina jina Kurd da
- 14:55 15 Mijdar 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kordînasyona Giştî ya Kongreya Star destnîşan kir ku darvekirina jina Kurd a ji aliyê sîstema Îranê ve şîdeta li dijî mirovahiyê ye û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabin û li hember van biryaran bisekinin.
Rêjîma Îranê beriya 2 rojan jineke Kurd a bi navê Şerara Îlyasî ku beriya 5 salan hatibû girtin, bi dar ve kir. Der barê mijarê de, Kordînasyona Giştî ya Kongreya Star daxuyaniyek da û ev kiryar şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di nav aloziya li Rojhilata Navîn de têkoşîna hêzên demokratîk a li dijî zordariya sîstemên dagirker û têkoşîna jinan ji bo maf û azadiya xwe roj bi roj berfirehtir dibe.
Hikumeta Îranê heta niha gelek biryarên li dijî qanûnên navdewletî yên mafên mirovan derbas kirin, wekî darvekirina welatiyên ku li dijî rêjîmê derdikevin û sûcdariyên cuda lê tên kirin. Darvekirina jina Kurd Şerara Îlyasî ku beriya 5 salan hatibû girtin, qanûnên navdewletî binpê dike û hewl dide îradeya jinan bişikîne.
Em wek Kordînasyona Giştî ya Kongereya Star van kiryarên der heqê jinan de bi tundî şermezar dikin û tekez dikin ku darvekirin bi hemû sedemên xwe tiştekî qirêjî ye û hemû cureyên şîdetê yên der heqê jinan de ew li dijî mirovahiyê ne. Ji bo wê em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erka xwe ya exlaqî li hember van kiryaran rabin û zextê li hikumeta Îranê bikin ku biryarên xwe yên li dijî mirovahiyê pêk neynin.”