Jin li hemberî êrîşa zayendî ya li Zanîngeha Çukurovayê bêdeng neman
- 12:58 15 Mijdar 2018
- Rojane
EDENE - Kesê ku li ber xwaringeha Zanîngeha Çukurovayê jin tacîz kirin, li ser bertekên jinan hat girtin. Jinan diyar kir ku li Zanîngehê careke din jî rewşeke bi vî rengî hatiye jiyên û gotin ku ew ê li dijî van pêkanînan bêdeng nemînin.
Li Zanîngeha Çukuravayê mêrê bi navê H.C., li ber xwearingehê li dijî jinan êrîşa zayendî pêk anî. H.C. yê ku li ser bertekên jinan dûr ket ji aliyê xwendekarên din ku dema deng bihîstin û hatin cihê bûyerê ve hat girtin. H.C. piştre ji aliyê peywirdarê ewlehiyê yê li Zanîngehê ve hat dûrxistin.
Xwndekarê ku bi êrîşê re rûbirû hatin çûn qereqolê û derbarê H.C. de gilî kirin. H.C. yê ku hat binçavkirin li bendê ye ku îro derxînin dozgeriyê.
Bûyereke din a bi vî rengî jî di rojên borî de li ber Yurda Jinan a Fevzî Çakmak pêk hatibû. Jinên ku rewş ji ewlehiya yurdê re ragihandin bersiv ku derbarê vê mijarê de ne xwedî raye ne girtibûn.