Jinên Şirnexê banga têkoşînê kirin
- 10:18 15 Mijdar 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Jinên Şirnexî wê li dijî tundiya mêr - dewletê di 20 -25'ê Mijdarê de bi çalakiyên ku li dar bixin bên gel hev. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Zeynep Unat ji bo çalakiyên ku wê li dar bixin banga tevlibûnê li jinan kir û wiha got: "Em ê bi jinan re her cure tundiyê niqaş bikin û li dijî tundiyê li ber xwe bidin."
Bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li çar hêlên cîhanê wê jin di çalakiyên ku li dar bixin de bên gel hev û bibêjin "ji tundiya mêr - dewletê re rna". Jinên Şirnaxê jî wê di 20-25'ê Mijdarê de bi semîner, panel û çalakiyên ku li dar bixin tundiya mêr - dewletê ya li dijî jinê niqaş bikin û li dijî wê rêbazên têkoşînê pêş bixin. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Neynep Unat, diyar kir ku wan xebatên xwe ji niha ve dane destpêkirin û hewl didin ku bi tevahî jinên li Şirnexê re bên gel hev.
'Tundiya mêr- dewletê li her cihî xwe nîşan dide'
Zeynep diyar kir ku tundiya mêr a ku bi sedan sal e li dijî jinên tê kirin li herêmê - xwe wekî tundiya mêr- dewletê daye nîşan dan û wiha berdewam kir: "Li tevahiya cîhanê jin bi sedan salan e bi tundiya mêr re rûbirû dimînin . Jin li her derê hem ji aliyê îkdarê û hem jî ji aliyê mêr ve bi tundiyê re rûbirû dimînin. Em di salên dawîn de li vir vê tundiyê bi awayekî zelal di meriyetê de dibînin. Pêkanînên li dijî jinên kurd li hemû qadan xwe didin nîşan dan. Lê jinê kurd jî wekî hemû jinên cîhanê li dijî vê tundiyê li ber xwe didin. Wê berxwedana xwe berdewam bikin. Jinên botanê jî li dijî vê tundiyê li hemû qadan têdikoşin."
'Em dayika Taybet, Sêvê û Pakîzeyan ji bîr nakin'
Zeynep anî ziman ku ew Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku berxwedêrên jinên kurd bûn ji bîr nakin û wiha dirêjî da axftina xwe: "Dayika Taybet dayikek bû û cenazeyê wê 7 rojan li nava kolanê ma. Sêvê Pakîze û Fatma jî siyasetmedar bûn. Jinên kur bi awayê cuda hem ji ber nasnameya xwe ya jin û hem jî ji ber ya neteweyî tên qetilkirin. Em ê heta dawî şopdarên têkoşîna wan bin. Em ê di 25'ê Mijhdarê de jî li vê berxwedana wan xwedî derkevin û li hemû naçeyên şirnexê cuda cuda çalakiyan pêk bînin û hefteyekê em ê bi hev re çalakiyên xwe berdewam bikin."
'Bila jin li gel me li qadan bin'
Zeynep baga tevlibûna çalakiyan li jinên Şirnaxê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji 20'ê Mijdarê heta 25'ê Mijdarê em ê bi panel, semîner û daxuyaniyan li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku li gel me cih bigirin û tevli têkolînê bibin."