Li Enqereyê di salekê de 16 jin hatin qetilkirin

  • 09:19 15 Mijdar 2018
  • Rojane
ENQERE - Şîdet, tacîz, û kuştinên li dijî jinan her diçin zêde dibin û di salekê de tenê li Enqereyê 16 jin hatin qetilkirin.
 
25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta li Ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe û dewleta serdest a mêr ku mêr jî girtine pişt xwe êrîş û komkujiyan berdewam dike. Li seranserê welat di 6 mehê ewil ên salê de 206 jin hatin qetilkirin û li Enqereyê jî di salekê de 16 jin hatin qetilkirin. Dîsa li gorî daneyan piranî jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatine qetilkirin.
 
Di salekê de li Enqereyê jinên hatine qetilkirin wiha ne:
 
Sibat
 
*Nezîha Otkem: Ji aliyê Resul Yildirim ve hat qetilkirin.
 
*Cansu O.: Ji aliyê Volkan O ve hat qetilkirin.
 
*Îlknur Keskînsoy: Ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Dalkiliç ve hat qetilkirin.
 
Adar
 
*Ayten Gulçinar: Ji aliyê xizmê xwe Huseyîn B ve hat qetilkirin.
 
*Îlknur Çelîk: Ji aliyê hevjînê xwe Feyzî Çelîk ve hat qetilkirin.
 
Gulan
 
*Sati F.: Ji aliyê hevjînê xwe Ayhan F ve hat qetilkirin.
 
*Şule Çet: Ji aliyê karsaz Çagatay Aksu ve hat qetilkirin.
 
*Kuru Gul: Ji aliyê hevjînê xwe Hayatî Gur ve hat qetilkirin.
 
Hezîran
 
*Eylul Yaglikara: Ji aliyê mêrên navê wan nayê zanîn ve hat qetilkirin.
 
*Esra Koşker:Ji aliyê hevjînê xwe yê çawîşê pispor Vehbî Koşker ve hat qetilkirin.
 
Tîrmeh
 
Lale O.B: Ji aliyê mêrekî ve hat qetilkirin.
 
Îlon
 
*Gurbet I.: Ji aliyê mêrên bi navê A.G.U.O û H.D ve hat qetilkirin.
 
*Jale Ç. : Ji aliyê mêrê bi navê Nusret Uysal ve hat qetilkirin. 
 
* Ansar Yousefi: Ji aliyê mêrê bi navê Ajmal A. ve hat qetilkirin. 
 
* Y. Y.: Ji aliyê hevjînê xwe Aydin ve hat qetilkirin.
 
Cotmeh
 
*Elmas Demîr:Ji aliyê hevjînê xwe Vahdet Demîr ve hat qetilkirin.