Di sedsala 21’ê de ‘pirsgirêka herî mezin’ ya jê ditirsin:Bi perperokên nû re ber bi cîhanek nû ve (4)

  • 09:10 15 Mijdar 2018
  • Dosya
Hebûna jinan a di jiyana kar de wan ne rehet dike!
 
Dîlan Babat 
 
ENQERE - Sektera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy diyar kir ku bi krîza aborî û îxracan re şîdeta li ser jinê zêde bûye û desthilatdariya ku ewlehiya kar ji holê rakiriye, jinan di jiyana kar de naxwaze û got: “Jin ji qada cemawerî dûr tên xistin û hepsê malê tê kirin. Jin ligel şîdetê li dijî xizaniyê jî divê têbikoşin.”
 
Di çarçoveya OHAL’ê de di dîrokên cuda de 24 KHK hatin weşandin û bi KHK’yên hatin weşandin re bi giştî 110 hezar û 971 kes ji pîşeya wan hatin îxrackirin û di OHAL’Ê de hejmara kesên betal gihaştiye 700 hezar kesî. 27 kedkarî hewl da întîxar bike û li gorî anketên hatiye kirin 95 jê jin bi giştÎ 291 kesî hewl daye întîxar bike. Ji sedî 23’ê îxracan jin bûn û bi giştî 25 hezar û 523 jin hatin îxrackirin. Ji 112 zanîngehan 4 hezar û 811 akademîsyen hatin îxrackirin. Nîvê van jî jin bûn.
 
‘Şîdet pirsgirêka hevpar a vî welatî ye’
 
Ji 25’ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî şîdeta li ser Jinê re demek kurt ma û jinên kedkar jî wê di vê rojê de daxwazên xwe dubare bikin. Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy diyar kir ku şîdet pirsgirêka hevpar a vî welatî ye û diyar kir ku beşek mezin jinan li Tirkiyeyê rastî şîdeta mêr tên.
 
Gulîstanê wiha berdewam kir: “Her wiha şîdeta dewletê jî şîdeta li ser jinê zêde kiriye. Dema mirov dinêrin şîdeta pirsgirêka hevpar a Tirkiyeyê ye. Divê tenê wek şîdeta fîzîkî neyê dîtin. 2 sal berê li dijî siyasetmedarên jin di 4’ê mijdarê de furyaya girtinê hat destpêkirin û hewl dan jinan ji qada siyasetê de tune bikin. Bi sererastkirinên qanûnî yên nû re jî şîdeta li ser jinê hatiye berdewamkirin. Bi vî awayî desthilatdariyê jin terkî mirinê kirine. Jin herî zêde dema dixwazin dest ji mêran berdin tên qetikirin. Di qanûna hejmara 6284’an de kêm be jî ji bo jinan hinek sererastkirin anî rojevê. Di heman demê de rapor hatin weşandin.”
 
‘Hewldanek desthilatdariyê ya pêşî li şîdetê bigire tune ye’
 
Gulîstanê bi lêv kir ku mekanîzmayên ku pêşî li şîdeta li ser jinê digirin kêm in û got daraz jî bi giştî mêran diparêze, hewldanek dewletê ya ku pêşî li şîdeta li ser jinê bigire jî tune ye.
 
Hebûna jinan di jiyana kar de ne rehet dike
 
Gulîstanê di berdewamiyê de desthnîşan kir ku desthilatdarî naxwaze jin di qada cemawerî û mekanîzmayên biryarê de bi bandor bin û bi KHK’yan hewl daye jinan ji jiyana kar qut bikin û got: “Di vê qadê de jin rastî êrîşên cidî hatin. Jinên bê ewle hatin hiştin, hewl dan di malê de bên hepskirin û ji qada cemawerî û mekanîzmayên biryarê beralî bike. Bi îxrac û krîza aborî ya kûr buye jî şîdeta li ser jinê zêdetir bûye. Ev pêvajoyeke ku zêdetir jinan xizan dike ye.”
 
Gulîstanê daxuyakirin ku wê di 25’ê Mijdarê de qadan vala nehêlin û got wê li qadan bi jinan re bi hemû jinên rêxistinên pîşeyî yên kedê û partiyên siyasî re çalakiya girseyî pêk bînin.
 
SIBÊ:Jin wek depoya keda erzan tê dîtin.