Jinên siyasetmedar ên Mêrdînê: Em ê bi têkoşînê xwseriya jinê ava bikin
- 09:06 15 Mijdar 2018
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Jinên siyasetmedar ên Mêrdînê derbarê 25’ê Mijdarê hêvî û nêrîna xwe anîn ziman û gotin ku li dijî tundî û zordardestiyê dê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Jinên siyasetmedar, bang li jinan kirin ku tevlî çalakiyên dê ji bo 25’ê Mijdarê bên kirin bibin.
Jinên siyasetmedar ên Mêrdînê derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hember Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî nêrînên xwe anîn ziman. Jinên siyasetmedar, diyar kirin ku dê jin li hember van êrîşan bêdeng nemînin û dan zanîn ku îro dem dema têkoşîna jinê ya li dijî tundiyê ye.
Rêvebira HDP’ê ya Nisêbînê Sîdar Ayhan, di serî de tundiya li dijî jinê tê kirin şermezar kir û anî ziman ku divê ev tundiya tê kirin di demeke nêz de bi dawî bibe û ev tişt got: “Ez hêvî dîkim ku di demeke nêz de ev tundiya li dijî jinê bi dawî bibe. Tundiya li dijî jinê nayê qebûlkirin. Divê ku em pêşî li vê tundiya roj bi roj zêde dibe bigirin. Ji bo bi dawîkirin tundiyê divê ku hemû jin dakevin qadan. Her wiha divê di meclîsan de jî pirsgirêk û tundiya li ser jinê zêdetir bê ziman. Îktîdara mêran tim xwe serdest dibîne. Mêran li gorî xwe pergalek ava kirine. Bi armanca zêzîkbûna 25'ê Mijdarê re em hevê dikin ku ev tundiya li ser jinê bê bidawî kirin.”
'Divê em xwe bikin yek û hêza xwe nîşan bidin'
Rozerîn Îldenîz a ku di hilbijartina 26’ê Hezîranê de li Mêrdînê bûbû bernamzeda parlamenteriyê, bi lêv kir ku di demên dawiyê de tundiya li dijî jinê gellek zêde bûye û wiha berdewam kir: “Ez dipirsim gelo çima jin bi tundiyê re rûbirû dimînin? Jin tim rastî tundiyê, tacîz û tecawizê tên. Jinên ku rastî tundiyê tên ji bo ji desthilatdariya mêran xwe rizgar bikin întîxar dikin. Lê întîxar ne çareseriyêe têkoşîn divê. Ji bo bidawîkirina tundiyê divê hemû jin rabin ser piyan. Ger ku jin parastina xwe nekin dê roj bi roj rewşa wan xirabtir bibe. Divê ku mêrên li jinan tundiyê dikin bi cezayê herî giran bên darizandin. Dema cezayê giran li wan bê birîn dê tundî, tacîz û tecawiza li dijî jinê jî kêm bibe. Lê dema mirov lê dinêre tu ceza li sûcdaran nayê birîn û dema tên berdan jî dîsa karê xwe berdewam dikin. Ji ber wê roj roja yekitiya jinan e. Divê em hêza xwe bikin yek û nîşanî mêran bidin. Hêviya me ji vê 25’ê Mijdarê ew e ku dawî li tundiyê bê.”
‘Rihê têkoşînê bi berxwedana jinê dê mezin bibe’
Endama HDP’ê ya Nisêbînê Leyla Yîgît jî da zanîn ku li Tirkiyeyê polîtîqayên li dijî tunekirina jinê di meriyetê de ne. Leyla, bi lêv kir ku mêr ji ber bi hêza xwe bawer in û desthilat darî jî mêr e dixwazin jin di malê de bên hepiskirin û wiha got: “Em ê têkoşîna xwişkên Mîrabal berdewam bikin û tu carî dev ji vê têkoşînê bernadin. Em ê di vÊ têkoşînê de cihê xwe bigirin. Tundiya ku li dijî jinan tê kirin sûcê mirovahiyê ye û ev nayê qebûl kirin. Em wek jin heta dilopek xwîna me hebe jî li dijî zihniyeta baviksalar em ê têbikoşin û serî netewînin. Rihê têkoşînê bi berxwedana jinê dê mezin bibe. Qada ku jin tê de tune tê hesibandin em ê bi têkoşînê hebûna xwe nîşanê wan bidin. Em ê li dijî zihniyeta ku rizyaye berxwe bidin.”
‘Êdî dem serxwebûna jinê ye’
Rêvebira HDP’ê ya navçeya Artukluyê Muzeyyen Denîz, da zanîn ku di vê 25’ê Mijdarê de azadî û wekheviya jinê dixwaze û wiha berdewam kir: “Em dixwazin ku di vê 25’ê Mijdarê de wekheviyekî bê avakirin. Em wek jin ji mirin, qetilkirin û kuştinê eciz bûne û em dixwazin ku di demek nêz de çareseriyek bê dîtin. Ger ev rewş wiha berdewam bike dê cihan tu carî aram nebe. Ji ber ku îro civakê jin avadike û dema jin nebe jî ew civak bi carekê ve dê hilweşe. Ji bo serhildana jinê divê em jin rabin ser piyan û bibin yek. Lewra jî banga min ji hemû jinên cihanê ew e ku di 25’ê Mijdarê de dakevin qadan û bertek nîşanê tundiya li dijî jinan tê kirin bidin. Em êdî her roj di televîzyonan de kuştina jinan dibînin. Êdî em ji vê bêzar bûn. Divê jin dengê xwe li cihanê belav bikin. Ji bo 25’ê Mijdarê dê li gellek bajaran çalaki bên kirin û banga min ji jinan re ew eku bila tevlî van çalakiyan bibin û serxwebûna xwe pêk bînin.”
‘Jin Jiyan Azadî, Bila Bimre Koletî’
Herê dawî jî Hevseroka HDP’ê ya navçeya Artukluyê Remziye Abika jî xwest ku êdî dawî li vê zilma ku li dijî jinan tê kirin bê û ev tişt anî ziman: “Divê êdî em jin bê deng nemînin û dakevin qadanan. Dema jin bibin yek tu hêz nikare me bide sekinandin. Îro jin bi awayekî hovane tên kuştin û rastî tecawizê tên. Divê em li hember van pêkanînan bêdeng nemînin. Ji bo pêşeroja jinan û zarokên me divê em rabin ser piyan. Lewra jî em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bimeşînin û serî li hember zordestan netewînin. Em jin bi têkoşîn û berxwedanê xwe azad bikin. Jin Jiyan Azadî, Bila Bimre Koletî!”