'Leyla Guven bi awayekî dijhiqûqî tê darizandin'
- 09:03 15 Mijdar 2018
- Rojane
Şêrîn Zêrevan-Rojda Seyid Xan
QAMIŞLO - Di derbarê girtina Parlamentera HDP'ê Leyla Guven de Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê Evîn Cuma nêrînên xwe parve kir û got:"Jinên Kurd ên têkoşer dê tu carî li dijî dagirkerî û faşîzmê serî netewînin. Em ê li têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Leyla Guven xwedî derkevin."
Siyasetmedara Kurd û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a ku bi îradeya gel hat hilbijartin û niha di girtîgehê de ye, ji ber dijhîqiyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ket greva birçîbûnê. Têkildarî mijarê de Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Evîn Cuma nêrînên xwe anî ziman û got:"Jinên Kurd ji dîrokê heta niha her bi serîhildana xwe serkeftinên mezin bi dest xistine. Leyla jî yek ji jinên Kurd a têkoşer û berxwedêr e. Em dijhiqûqiya ku tê kirin şermezar dikin û em dibêjin ku em ê wekî jinên Kurd her têkoşîna xwe bidomînin."
'Jinên Kurd dê tu carî serî netewînin'
Evînê da zanîn ku ji ber Leylayê serî netewand niha di nava çar dîwaran de ye û wiha got:"Leylayê bi salan e ku li dijî sîstema yekperest û nîjadperest a dewleta tirk li berxwe dide. Herî dawî jî hovîtiya dewleta tirk a li dijî Efrînê şermezar kir û ji ber vê hincetê hat girtin. Niha jî bi awayekî dijhiqûqî tê darizandin û li dijî vê yekê Leylayê dest bi greva birçîbûnê kir. Her wiha ji bo rizgariya Rêberê me Abdullah Ocalan jî ew ket greva birçîbûnê. Em jî piştgiriyê didin Leylayê. Dewleta tirk bi taybet dixwaze her dem jin wekî koleyan be û di bin desthilatdariyê de bijî. Lê jinên Kurd dê tu carî serî netewînin."
'Divê em hemû jin piştgiriyê bidin berxwedana Leylayê'
Evînê herî dawî bal kişand ser yekîtiya jinên Kurd û cîhanê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jinên Kurd ji dîrokê heta niha her bi serîhildana xwe serkeftinên mezin bi dest xistine. Leyla jî yek ji jinên Kurd a têkoşer û berxwedêr e. Em dijhiqûqiya ku tê kirin şermezar dikin û em dibêjin ku em ê wekî jinên Kurd her têkoşîna xwe bidomînin. Divê em hemû jinên Kurd û cîhanê bibin yek û li dijî dijhiqûqiyê derkevin. Her wiha em li têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hemû jinên cîhanê diparêze, xwedî derkevin."