ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2018'AN
- 09:00 15 Mijdar 2018
- Rojev
*Jinên Herêma Efrînê yên ku li gundê Kantona Şehbayê bi cih bûne tevî koçberî, şert û mercên zehmet têkoşîna xwe berdewam dikin û bi hatina demsala zeytûnan dest bi karê zeytûna kirin da ku debara xwe bikin. DÎMEN HEYE
*Mizgîn Remzî Elûş a ji gundê Til Silwrê yê navçeya Cindirêsê ye, tevî hemû şert û mercên dijwar ên koçberiyê hêviya vegera Efrînê winda nekiriye û dibêje:"Bi hatina zivistanê rewşa me hîn dijwar dibe. Tevî vê yekê em hewl didin ku têkoşîna jiyanê bidin." DÎMEN HEYE
*Di derbarê girtina Parlamentera HDP'ê Leyla Guven de Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Rojavayê Kurdistanê Evîn Cuma nêrînên xwe parve kir û got:"Jinên Kurd ên têkoşer dê tu carî li dijî dagirkerî û faşîzmê serî netewînin. Em ê li têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Leyla Guven xwedî derkevin."
*Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku ev 7 sal in didome, dijmin û neyarên Gelê Kurd har û dîn kir. Çimkî ev yek ji bo gelê Kurd serkeftinek mezin bû. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa guhertin û veguhertina zihniyeta 5 hezar salan e.Paradîgmaya Netewa Demokratîk û Hevjiyana Azad hembêz dike, di guhertina kesayetan de gavên ber bi çav hatin avêtin. Neyarên gelê Kurd jî her azadiya civakê hedef girt. JI PÊNÛSA JINAN
*Jinên siyasetmedar ên Mêrdînê derbarê 25’ê Mijdarê hêvî û nêrîna xwe anîn ziman û gotin ku li dijî tundî û zordardestiyê dê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Jinên siyasetmedar, bang li jinan kirin ku tevlî çalakiyên dê ji bo 25’ê Mijdarê bên kirin bibin. DÎMEN HEYE
* Sektera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy diyar kir ku bi krîza aborî û îxracan re şîdeta li ser jinê zêde bûye û desthilatdariya ku ewlehiya kar ji holê rakiriye, jinan di jiyana kar de naxwaze û got: “Jin ji qada cemawerî dûr tên xistin û hepsê malê tê kirin. Jin ligel şîdetê li dijî xizaniyê jî divê têbikoşin.”DÎMEN HEYE
*Jinên neçar dimînin di şert û mercên ne baş de bixebitin, ji ber pêşdarazên civakê nikarin tacîza ku pê re tên rû hev jî vebêjin û wiha got: “Em hewl didin ku pêşî li tacîz û tundiyê bibirin.”DÎMEN HEYE
*Ezgî Menguoglu ya 2 meh bû li gundê Ermîşler a navçeya Susuz a Qersê mamostetiya bi pere dikir, ji aliyê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ve bi hinceta ‘di malbata we de HDP’î hene, ji ber vê em neçarin we ji peywirê bigirin’ ji peywirê girtin.
*Doktoran diyar kirin ku ‘Pêşnûmeya şîdeta di tenduristiyê de’ ji parastinê wêdetir ceza dike û wiha gotin: “Destilatdarî kedkarên tenduristiyê bê îtîbar dike. Ev binpêkirina herî mezin a xebatê ya cîhanê ye. Wê nikaribin mafên me tune bikin. Em ê destûr nedin ku ev qanûn derbas bibe.”DÎMEN HEYE
*Li Cizîrê jina bi navê N. Î di navbera salên 2011-2016’an de rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk a apê xwe. N. Î. hat, îfadeya xwe ya li dozgeriyê şûnde kişand. Dozgeriya Komarê ya Cizîrê diyar kir ku dibe malbatê ji ber zextan giliyê xwe şûnde kişandibin û îfadeya ewil esas girt û li, D. Î ji sûcê ‘îstîsmarkirina zayendî ya zarokê’ doz vekir.
*Şîdet, tacîz, û kuştinên li dijî jinan her diçin zêde dibin û di salekê de tenê li Enqereyê 16 jin hatin qetilkirin.
*Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay got ew bi moral û hêvî 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin û got wê jiyanek nû bi pêşengiya jinan pêş bixin û wiha got: “Em ne mexdurên vê jiyanê ne. Em jinên ku jiyanê ava dike ne. Em kirdeya têkoşînê ne.”DÎMEN HEYE