KPC'ê ji bo 25'ê Mijdarê li Qamişloyê daxuyanî da

  • 16:18 14 Mijdar 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Mamosteyên jin ên KPC'ê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya Li ser Jinê derbarê tundiya li ser jinê, dagirkirina Efrînê û tecrîda Giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da.
 
Mamosteyên jin ên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya Li ser Jinê derbarê tundiya li ser jinê, dagirkirina Efrînê û tecrîda Giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Bi beşdarbûna endamên KPC'ê û gelek kesan daxuyanî hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Mamosteyên Kantona Qamişloyê Gulê Hesen ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di serî de em tundiya li ser jinê, tecrîda li ser Rêber Apo û bêdengiya netewên yekbûyî ên li dijî kiryarên xirab şermezar dikin. Ev rojek taybet  û pîroz e. Bi têkoşîna xwişkên Mîrabel ev roj bingeha wê hat avakirin. Jinên cîhanê hewl didin ku hemû cureyên tundiyê ji holê rake. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin vê yekê. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya li ser Efrînê jî cureyekî tundiyê ye. Em jî weke mamosteyên jin dîsa tundiya li ser jinê û êrîşên dewleta Tirk, şermezar dikin  û têkoşîna xwe bi hemû rengên berxwedanê berdewam dikin. Em e heta dawî rêya jinên leheng ên wekî Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê û Avesta Xabûr, bişopînin."
 
Di dawiya daxuyaniyê de dîrûşmên "Bijî serok Apo", "Jin jiyana azadî" hatin berzkirin.