Leyla Guven: Çalakiya min heta bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin wê bidome
- 13:19 14 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di nameya ku di roja 7'emîn a çalakiya xwe de ji TJA'yê re şand de wiha got: "Ez dixwazim bibêjim ku birêz Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda girankirî de tê girin dikare aştiyê li Tirkiyeyê misoger bike. Ji ber vê ez bi îrade û bi rizaya xwe heta ku bi birêz Oclan re hedîtin bê kirin dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorevger dikim."
Tevgera Jinên Azad (TJA) nameya Hevseroka Kongerya Civakên Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê ku di roja 7'emîn a çalakiya xwe de şand bi raya giştî re parve kir. Leyla di nameya xwe de got ku rastiya kurd adîrokî li gel êrîş, heldanên têkbirin û operasyonan xwe parastiye.
Leyala di berdewamiya nameya xwe de wiha got:
"Ji ber van polîtîkayên qirkirin û pişaftinê pirsgirêka herî mezin û girîng ku divê bê çareserkirin pirsgirêka Kurd e. Anîna rojevê dem bi dem ya vê pirsgirêkê jî ji ber polîtîkayên serdestan ên yekparêz tê çareserkirina wê tê astengkirin. Herî dawî birêz Abdullah Ocalan bi peyama ku ji Newroza 2013'an re şand a derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de serdemeke nûh li Tirkiyeyê hatibû destpêkriin. Birêz Oclan di peyama xwe de bal kişandibû ser wekheviya gelê kurd û tirk û gotibû ku tişta xizmetê ji welatê me re bike û aştiyê civakî pêk bîne dînamîkê wê bixwe ne. Birêz Oclan di vê pêvajoyê de tişta ku ket ser milê wî pêk anî.
'Birêz Oclan xwedî erka ku dikare aştiya civakî misoger bike ye'
Serdema ku muzakere hatibûn destpêkirin, ji ber polîtîkayên yekparêz û şerxwaz yên AKP'ê pvajoya ku hat pêşxistin bi dawî bû, welatê me carekedin bi şer û hilweşînê re rûbirû hat hiştin. Hikûmeta AKP'ê ji aliyekî ve jî bi tayînkirina qeyûmên li ser şaredariyên DBP'ê re îradeya gel desteser kir û nûnerên gel kirin girtîgehan. Herkes dizane ku aktorê çareserkirina hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê birêz Abdullah Oclan e. Ez dixwazim bibêjim ku brêz Oclalan ê ku di bin tecrîda girankirî de tê girtin ew kese ku dikare aştiya civakî li Tirkiyeyê mayîn de bike. Ji bo ku birêz Oclan rol û mîsyona xwe bilîze divê ku şert û mercên wî li gorî hiqûqa neteweyî û navneteweyî bên sererastkirin.
Ji ber vê ez bi rizaya xwe û bi îradeya xwe ya azad heta ku bi brêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin dibêjim ku min dest bi grevabirîbûnê ya bêdem û dorneveger kiriye."