Meclisa Îştar derbarê wefata Kebîre Dogan de daxuyanî da
- 12:49 14 Mijdar 2018
- Rojane
MEXMÛR - Mecilisa Îştar ya werihgiha Şehîd Rotem Cudî derbarê wefata dayika yek ji pêşengên PKK'ê Mazlûm Dogan Kebîre dogan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi riya daxuyaniyê ji ber wefata dayika Kebîre xemgîniya xwe anî ziman.
Her dayikeke ku dilê wê ji bo azadiyê lê dida, hemû zor û zametiyan li ber çavan digire têkoşên dide. Yek ji wan dayikan jî dayika yek ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan Kebîre Dogan e. Meclis Îştara ya Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi minasebeta wefata Kebîre Dogan daxuyaniyeke nivîskî da. Meclisê di daxuyaniya xwe de ji ber wefata dayika Kebîre xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî ji malbata wê re xwest.
Daxuyaniya Meclisa Îştar wiha ye:
"Wefata dayîka heval Mezlum Doxan ku yek ji pêşengên PKK ê ye me xemgîn kir. Dayîka Kebîre di demezrandina PKK ê de her dem wek militanekê li kêleka heval Mezlum tevdigeriya. Mirov dikare bibêje ku li cem heval Mezlum û Delîl erka xwe ya welat parêziyê bi cih dianî. Dayîka Kebîre dayikeke ku di dema herî zor de di nav xebatan de cih girtiye ye. Ji roja ku tevgera azadiyê dest pêkiriye heya roja ku çû ser dilovaniya xwe bêyî ku gavek şûnde bavêje cihê xwe di xebatê de girt. Dayika Kebîre ne tenê dayîka Heval Mezlum û Delîl bu ew di heman demê de dayika hemû Kurdistaniyan e.
Em wek meslisa Îştar ya Wergiha Şehîd Rostem Cudî (Mexmûr) dûbare ji malbata dayîka Kebîre û hemu kesên wê re sersaxiyê dixwezin û dibêjin bila cihê wê bihuşt be. Em wek jinên wergihê her dem em ê şopdarên keda dayîka xwe ya hêja bin.