Ji bo 25'ê Mijdarê li Til Temirê daxuyanî hat dayin

  • 11:11 14 Mijdar 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê li bajarê Tiltemirê û Navçeya Xerayê derbarê 25'ê mijdarê de daxuyanî dan.
 
Di çarçoveya çalakiyên ji bo 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, Koordînasyona Kongreya Star daxuyanî li bajarê Til Temirê û Navçeya Xerayê da. Bi tevlîbûna bi dehan jinên sazî û dezgehên sivîl û Rêveberiya xweser daxuyanî hat dayin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Tevahî Rojhilata Navîn di nava rewşek hessas de derbas dibe. Tevî êrîşên dijmin ên li ser Bakurê Sûriyeyê em parastina mafên jinê dikin. Em qetilkirin, recimkirin û tundiya li jinê tê kirin şermezar dikin. Dê tu kes nikaribe yekîtiya gelan û projeya Netewa Demokratîk têk bibe."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.