'Werin em bi vîna jina azad dagirkeriyê hilweşînin'

  • 10:56 14 Mijdar 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Kongreya Star bi armanca şîrovekirina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê civînên xwe didomîne.
 
Bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê, Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma " Wer in Em bi vîna Jina Azad dagirkeriyê Hilweşînin", ji bo gelê Çiyayê Kezwana ya girêdayî bajarê Til Temir a Kantona Hesekê bi tevlîbûna bi dehan jinên kurd û Ereb civînek li dar xist. 
 
Di civînê de Berdevka Komîteya Çand û Hûnerê ya Kantona Hesekê Efaf Hiskê, Endama Komîteya Edaleta Civakî ya Kantona Hesekê Sildana Izo, her wiha Berdevka Komîteya Jinê ya Kantona Hesekê Fatima Ibrahîm amade bûn. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê, Berdevka Komîteya Çand û Hunerê Efaf Hiskê û Fatma Ibrahîm axivîn.
Di axaftinan de hat gotin ku sîstemên desthilatdar zihniyeta zayendperest di nava civakê de belav dike da ku mafên jinê bên tunekirin. Li dijî vê yekê divê jin bên perwerdekirin û dawî li koletî û tundiyê bê.  
 
Civîn bi pirs û bersivdayinê bi dawî bû.