Kesîre li Wanê hat definkirin
- 09:22 14 Mijdar 2018
- Rojane
WAN - Malbata endama HPG'ê Kesire Bilicî ya 2 meh berê li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, piştî cenazeyê wê hilgirtin, li Wanê defin kirin.
Endama HPG'ê Kesîre Bîlîcî (Dîcle Gilîdag) a di 17'ê Îlonê de li Geliyê Roj ê Dersimê di êrîşa hewayî de ji yana xwe ji dest dabû, li Wanê hat defin kirin. Malbata Kesîre Bîlîcî piştî 2 meh şûnde cenazeyê keça xwe ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Meletiyê hilgirtin û li Gundê Sêvek ê Navçeya Erdîşa Wanê defin kirin. Dema cenaze defin kirin gelek maşînê polîsan ên toma û zirxî li dora gorê rawestiyan. Cenazeyê Bilicî di bin dorpêça polîsan de bi girseyî hat definkirin.