Ji Ayten Ozîster a 3 sale li edeletê digere banga 25’ê Mijdarê

  • 09:13 14 Mijdar 2018
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Dîlek Ozîster ji aliyê mêrê bi navê Nîhat Ozîster ve hatibû qetilkirin. Dayika Dîlekê, Ayten Ozîster ku 3 sale ji bo kujer cezayê herî giran bigire têdikoşe, bertek nîşanî pêkanîna daxistina ‘rewşa baş’ a dadgehê da û got dewletê Dîlek neparast. Aytenê peyama têkoşînê ya li dijî şîdetê ya 25’ê Mijdarê de da.
 
Li Wanê Dîlek Ozîster 3 sal berê ji aliyê hevjînê xwe Nîhat Ozîster ve hat qetilkirin. Dozê 3 salan berdewam kir. Nîhat Ozîster di parastina xwe de bi gotina ‘Hişê min ne li serê min bû. Ez tehrîk bûm’ hewl da xwe paqij derbixe. Tevî rapora STE ya ‘hişê wî li serê wî ye’ jî Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ji rewşa baş cezayê muebetê ya giran veguhert cezayê muebetê.
 
Dayika Dîlekê, Ayten Ozîster (63) ku her tim têkoşîna xwe da, tevî ku 3 salan rastî tehdîda malbata Nîhat hat jî têkoşiya û wiha got: “Vî mêrî bêyî şerm bike 3 salan heqeret li keça min kir, derew lê kir. Keça min jina herî dilxweş a cîhanê bû. Bila êdî ev kes ceza xwe bigire. Hemû malbatê şîdeta li ser keça min didît. Her kes bêdeng ma. Keça min li ber çavan hat qetilkirin.”
 
Dîlek 12 salan rastî şîdeta Nîhat hat û herî dawî bi 4 zarokên xwe re çû cem dayika xwe Aytenê. Dîlek bi dehan carî rastî êrîşa bi kêr û çekê ya Nîhat hat. Dîlek bi dayika xwe re diçe gilî dike û polîs ji wan re dibêje ‘kêr û kuru siki be nakûje’. Dîlek a di 29’ê Kanûna 2014’an de diçû alîkariya ji Komeleya Piştevaniya Civakî ya Walitiya Wanê digirt hat qetilkirin.
 
‘Ne bi keça min ji kujer bawer kirin’
 
Aytenê bi lêv kir ku êşa keça wê hîna teze ye û wiha got: “Keça min rastî şîdet û heqeretan hat. Dadgeh li şûna bi keça min bi bawer be ji kujer bawer kir. Ez daxistina ceza ya ji bo Nîhat hatiye kirin tu car ji bîr nakim. Dilê min ne rehet e. Wî îşkence bi keça min kir. Ez dixwazim ew jî muebeta giran bigire. Dewletê keça min neparast. Ger tedbîr bihatana girtin wê keça min nehatiba kuştin. Divê her kes li dijî şîdetê têbikoşe. Divê di 25’ê Mijdarê de her kes têbikoşe, serî hil bide û li dijî şîdetê serî netewîne.”