'Divê hemû cîhan erka mirovahiyê bi cih bîne'
- 09:04 14 Mijdar 2018
- Rojane
Berçem Cûdî
KOBANÊ - Endama Komîteya Têkiliyan a PYD'ê Cengîn Hesen derbarê pêvajoya dawî ya li Rojava anî ziman ku hemû hêzên desthilatdar tenê ji bo berjewendiyên xwe siyasetê dikin û êrîşî gelê Kurd û axa gelê Kurd dike û got:"Divê hemû cîhan li dijî êrîşên li ser gelê Kurd derkeve. Divê hemû cîhan erka mirovahiyê bi cih bîne."
Derbarê êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Rojava Endama Komîteya Têkiliyan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Cengîn Hesen got:"Niha em di pêvajoyek hesas de derbas dibin. Êrîşên dewleta tirk a li ser gelê Kurd û bêdengiya rêxistinên navnetweyî vê pêvajoyê dijwartir û hesastir dike. Em jî hewl didin ku ji van êrîşana bibin bersivek xurt û dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin."
'Gel bi hêza îradeya xwe ya xurt bersivê dide'
Cengînê bi lêv kir ku gelê Kurd tevî hemû zor û zehmetiyan xebatên xwe yên, çand û hunerî, siyasî, rêxistinî dimeşînin û wiha got:"Li dijî gef û zextên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê û bi vê yekê girêdayî hêzên wekî din ên ku piştgiriyê didin dewleta tirk, gelê Kurd bi hêza îradeya xwe ya xurt bersivê dide. Mînaka vê yekê me li Efrînê dît. Dewleta tirk, çeteyên girêdayî wê û hêzên ku piştgiriyê didin wan, li ser Idlibê û Rojavayê Kurdistanê bazarên qirêj dikin. Tenê ji bo berjewendiyên xwe dijîn."
'Zarokan qetil dikin'
Cengînê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî Grê Spî û Kobanê dikin û zaroka 7 salî Sara dikujin. Zarokan qetik dikin lê tu kesek li dijî vê hovitiyê nasekine. Divê sazî, dezge û dadgehên navneteweyî yên parastina mafên mirovan dikin li dijî vê hovîtiyê derkevin. Divê hemû cîhan li dijî êrîşên li ser gelê Kurd derkeve. Divê hemû cîhan erka mirovahiyê bi cih bîne. Niha em di pêvajoyek hesas de derbas dibin. Êrîşên dewleta tirk a li ser gelê Kurd û bêdengiya rêxistinên navnetweyî vê pêvajoyê dijwartir û hesastir dike. Em jî hewl didin ku ji van êrîşana bibin bersivek xurt û dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin."