Li Taşlûgê navende Kongreya Star vebû
- 17:23 12 Mijdar 2018
- Rojane
KOBANÊ - Kongreya Star navendeke xwe li bajarokê Taşlûgê bi şahiyekê vekir.
Bi amedebûna dehan jinên ji Kongra Star, rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê û asayîşa jinê li bajarokê Taşlûgê yê girêdayî navçeya Şêranê navenda xwe vekir.
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê jî Ilham Berkel endama Kongreya Star a Şêranê û Rûken Ebûk xwişka şehîd Zozan e ku ji gundê Taşlûgê ye vekirina navendê pîroz kir û diyar kirin wê vekirina Kongira Star gavek be ku jin xwe bi rêxistin bikin û li ser fikrên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan perwerde bikin.
Paşê jî dayika Şehîd Zozan qurdela vekirina navendê di nava tilîliyan û berzkirina diruşmeyên 'Jin jiyan azadî' qut kir.
Herî dawî jî koma şehîd Yekta ya şanoyê, koma çand û hûnera Şêranê û koma Botan ya stranan çalakiyên xwe pêşkêş kirin.