Li Taşlûgê navende Kongreya Star vebû 2018-11-12 17:23:00   KOBANÊ - Kongreya Star navendeke xwe li bajarokê Taşlûgê bi şahiyekê vekir.   Bi amedebûna dehan jinên ji Kongra Star, rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê û asayîşa jinê li bajarokê Taşlûgê yê girêdayî navçeya Şêranê navenda xwe vekir.   Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê jî Ilham Berkel endama Kongreya Star a Şêranê û Rûken Ebûk xwişka şehîd Zozan e ku ji gundê Taşlûgê ye vekirina navendê pîroz kir û diyar kirin wê vekirina Kongira Star gavek be ku jin xwe bi rêxistin bikin û li ser fikrên rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan perwerde bikin.   Paşê jî dayika Şehîd Zozan qurdela vekirina navendê di nava tilîliyan û berzkirina diruşmeyên 'Jin jiyan azadî' qut kir. Herî dawî jî koma şehîd Yekta ya şanoyê, koma çand û hûnera Şêranê û koma Botan ya stranan çalakiyên xwe pêşkêş kirin.