Meclisa Jinên Minbicê civîn li dar xistin
- 08:38 12 Mijdar 2018
- Rojane
MINBIC - Meclisa Jinên Minbicê bi dirûşma "Na ji koletiya jinê re, azadiya me rûmeta me ye" di derbarê 25'ê mijdarê de civîn ji bo jinan li dar xist.
Meclisa Jinên Minbicê bi dirûşma "Na ji koletiya jinê re, azadiya me rûmeta me ye" di derbarê 25'ê mijdarê Roja Têkoşîna Jinan a li dijî Tundiyê de li Qenat El-Xareyêxeta El-Mehteriq yê bajarê Minbicê civîn ji bo jinan li dar xist. Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Di civînê de li ser girîngî û taybetmendiya jinê hat sekinandin. Di civînê de pankartên "Na ji koletiya jinê re, azadiya me rûmeta me ye", "Em bi yekîtiyê dagirkeriyê hilweşînin" hat daliqandin.
Dê heta 25'ê Mijdarê civînên ji bo jinan bidomin.