Kongerya Star bi armanca 25'ê Mijdarê daxuyanî da û civîn li dar xist!

  • 14:51 11 Mijdar 2018
  • Rojane
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina tundiya li dijî jinê Kongerya Star a bajarê Hesekê daxuyanî da. Kongerya Star diyar kir ku bi têkoşîna jina azad û wekheviya gelan ew ê tundiya li ser jinê biqedînin." 
 
Bi armanca şermezarkirina tundiya li dijî Jinê, Kongreya Star a bajarê Hesekê li Navenda Çand û Hûnerê ya Taxa Miftî bi tevlibûna endamên Kongreya Star daxuyaniyek da çapemeniyê.  Daxuyanî ji aliyê Endama Rêvberiya Kongra Satar Sewsen Kemal Elêwî ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniya Kongreya Star de wiha hat gotin: " Em hemû cureyên tundiya li dijî jinê şermezar dikin. Pergalên desthiladar bi riya tundiya li dijî jinê civakê hedef digirin, ji ber ku bi jina azad civaka azad û wekhev avadibe.  Ji ber vê dibê hemû civak li dijî hemû cure tundiya li dijî jinê bisekine. Em bang li hemû jinên cihanê dikin ku li dijî tundiyê rabin ser piaya."
 
Daxuyanî bi dirûşma,  "Jin jiyan azadî " bi dawî bû .
 
Li Til Temir 25'ê mijdarê ji jinan re hat vegotin
 
Kongira Star bi minasebeta Roja  Têkoşînê ya bi Tundiya li Ser Jinê re ya Cîhanê ji jinan re bi hevkariya Komîteya Zanist û Perwerdehiyê li Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temir a Kantona Hesek, civînek lidarxisit. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Berdevka Kongireya Star a bajarê Til Temirê Gulîxan Tahir roja 25'ê Mijdarê ravekir. 
 
Gulîxanê di axaftinên xwe de diyar kir ku pergala desthilatdar di 5 hezar sal de rengê jinê û mafê wê çewisandiye û wiha berdewam kir: "Jin bi hezaran salan e her bi tundiyê re rû bi rû hatine hiştin. Tundî ne tenê lêdan e bi hezaran cureyên tundiyê hene û li ser jinê tê kirin. Cureyên tundiyê yên wekî tundiya siyasî, aborî, civakî û zayendî jî hene. Bi vê tunidya ku ser jinê hatiye kirin  hebûna jinê di dîrokê û zanistê de tune kirin e."
 
'Divê jin xwe bi rêxistin bikin'
 
Her wiha Endama Komîteya Zanist û Perwerdehiyê Sena El-Casim axivî û wiha got:" Di civakê de eger jin ne azad be civak jî ne azad e.  Jin asta civakê temsîl dike. hêzên desthilatdar jin fetisandine û nexwestine ku bibe xwedî rol. Divê jin xwe baş perwerde bikin û li dijî tevahî curyeyên  tudniyê têbikoşin." 
 
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.