Kongreya HDK'ê ya kedê dest pê kir: Dem dema têkoşînê ye

  • 14:41 11 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Hevberdevka HDK û Parlamentera HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, di Kongreya Kedê de axivî û wiha got: “Di vê krîza aborî ya heyî de, ji nû de serî rakirin firsetek mezine. Niha dem dema mezinkirina têkoşînê ye.”
 
Meclîsa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya xwe  ya Kedê pêk anî. Kongre li Odeya Bijişkan a Stenbolê ya li Cagaloglu pêk hat, gelek navên girîng beşdar bûn. Dowîzên “Cînayetên jinan polîtîkin”, “Ji maeşê koletiya hindik re na” û “Em karkerên înşaetê ne kole ne” bi salonê ve hatin kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevberdevka HDK û Parlamentera Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axaftina vekirinê kir. 
 
Gulîstan, diyar kir ku Tirkiye di krîzek aborî ya giran re derbas dibe û wiha axivî: “Herî zêde karker û beşên civakê yên xizan ji vê krîzê bi bandor dibin. Kapîtalîzm li ser pişta karkeran dixwaza xwe ji krîzan rizgar bike. AKP bi derxistina qanûnên nû, dixwaze mûxalîf ji bîrçînan re bimirin. Dixwazin mûxalîf tune bibin û li vî welatî nejîn û nan nexwin. Rewşa me ya parçe û bêrêxistinbûyîna me, cesaret da desthilatariya AKP û MHP’ê. Lê rêxistinbûyîna me ya heyî jî di wê astê deye ku vê desthilatdariyê têk bibe. Ger em hêza xwe bikin yek emê karibin vê serbixin. Ji ber vê divê em Meclîsa Kedê pêş bixin, bi  lez û bez pêdiviyên çîna karkeran pêk bînin.”
 
'Krîz ji bo serhildanê fersend e'
 
Gulîstan, da zanîn ku krîza aborî ya niha tê jiyîn, ji bo ji nû de serî rakirinê firsetek mezine  û wiha dawi li axaftina xwe anî: “Niha ew derfeta me heye ku em hemû xizanan, kedkaran û karkeran bînin gel hev. Ger em karibin nîqaşên bi hêz bi rêve bibin, emê karibin tora rêxistinbûyîna xwe ji ava bikin. Divê karker hîn bi xurtî xwe bi rêxistinb bikin. Yên ku rê li ber krîzê vekirin ne emin. Yên ku bikevin bin barê krîzê jî dê ne embin. Ji ber vê niha dem dema berxwedan û têkoşînê ye.”