Li Girtîgeha Wanê girtî sewkî nexweşxaneyê nayên kirin

  • 13:37 11 Mijdar 2018
  • Rojane
WAN - Hat diayrkirin ku bi awayê kêfî derketina revîrê ya jinên li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê derxistine ji mehê carekê û doktorê revîrê jinên nexweş sewîk nexweşxaneyê jî nayê kirin.
 
Li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê derketina revîrê ya jinên girtî yên nexweş bi awayê kêfî ji hefteyekê derxistin mehekê. Li gorî agahiyên ku gitiyan dan malbatên xwe hat diyarkirin ku doktorê revîrê bi awayê kêfî jinên nexweş sewkî nexweşxaneyê jî nake. Herwiha jinan ragihand ku doktor ji wan re gotiye," Miyomê we jî hebe ez we sewkî nexweşxaneyê nakim."
 
Malbatên girtiyan anîn ziman ku hevîdtina gitiyan a bi telefonê jî ji dawiya hefteyê girtina nava hefteyê û agahiya gitiyan jî pê nexistin. Malbatan diyar kir ku bi vê pêkanînê re gitiyên ku zarokên wan diçin dibistanê nikarin bi zarkên xwe re hevdîtinê bikin.