Kujerê Meryem ji aliyê jinan ve hat darizandin

  • 11:17 11 Mijdar 2018
  • Rojane
QAMIŞLO - Li Girkêlegê kujerê jina bi navê Meryem Resûl bi pilatformeke ku ji aliyê bi dihan jinan ve hat avakirin hat darzandin û hat girtin.
 
Li Gundê Girêpirê yê girêdayî navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamoşlo, jina bi navê meryem Osman Resûl (44) ji alyê birayê xwe Ebd Elrehman Osman Resûl (35) ve di 6 Hezrana 2018'an de hatibû qetilkirin. Kujerê Meryem ji aliyê platformeke ku bi dehan jinan hat avakirin ve bi pilatformekê hat darzandin.
 
Jinên di platformê de bertek nîşanî qetilkirina jinan dan, gotin ku divê kujerên jinan hisab bidin. Jinan diyar kir ku mafê tû kesî tûne ya ku dawî li jiyana jinan bînin û gotin ku ew ê tu carî vê helwesta mêra qebûl nekin. Platformê derbarê kujer Ebd Elrehman Osman Resûl de biryara gitinê da û ew şandin zindanê.