Kongerya YCR'ê bi biryarên girîng bi dawî bû
- 10:52 11 Mijdar 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Kongerya YCR'ê ku bi dirûşma" Bi tekoşîna ciwanên şoreşger em ê sûryeka demokratîk û azad ava bikin" hat destpêkirin bi biryarên girîng hat bi dawîkirin.
Kongraye Yeîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ku li bajarokê Rimêlanê yê girêdayî navçeya Girkêlegê, bi tevlîbûna 550 delegeyî ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di 9'ê mijdarê de hatibû li darxistin bi biryarên girîng hat bi dawîkirin.
Konferansa ku du rojan berdewam kir ciwanên beşdarvan mijarên kongeryê nirxandin û li ser rapora 2 salan niqaş hat kirin, kêmasiyên ku di xebat de derbasbûn hatin rexnekirin, rexnedayîn hat dayîn û soza bilindkirina tekoşînê hat dayîn.
Di nava kongeryê de hindek xalên hevpeyimana hundirîn ya ciwanan hat guhertin û ala yekîtiya ciwanan jî hat guhertin. paşê hilbijartinên meclisa ciwanan hatin kirin û ji bo rêvberiyên herêmên wê wekî, Cizîr, Kobanê, Efrin, Tebqa, Reqa, Dêrezorê û Minbicê 35 kes hatin hilbijartin. Herwiha li gel hevserokên heyî hejmara rêveberan gihîşt 49 kesî.
piştî pêşiyaran biryarên girîng hatin girtin.
Biryarên Kongreya YCR'ê wiha ne:
"* Ji bo bidawîkirina îşkenceya li Îmraliyê û azadkirina Rêber Apo bi hemû şêwazan di asta seferberî de têkoşîn,
*Ji bo belavkirina raman û felsefeya Rêber Apo di nav ciwan û gelên Sûriyeyê de asta kar, rêxistinkirin û berfirehkirina xebatan,
*Di nava hemû xebatan de rojevîkirina azadiya Rêber Apo,
*Rêber Apo wekî îradeya siyasî ya demokratîk û exlaqî ji bo xwe esas gitin,
*Li Sûriye, Kurdistan û tevahî herêman li dijî êriş û planên dagirkeriyê yên faşîzma tirk têkoşîn,
*Bi awayekî seferberî beşdarbûna Berxwedana Serdemê ya rizgarkirina Efrînê û bi dawîkirina faşîzma tirk li Kurdistan û tevahî herêmê,
*Li dijî tevahî tehdît û êrîşan rêxistinkirina ciwanan,
*Xwediyên rizgarkirin û parastina welat, biserxistina şoreşê şoreşê û afiradina dîroka bi rûmet bêguman şehîdên me yên qehreman in. Ji ber wê bilindkirina berxwedan û tekoşîna parastina destkeftiyên wê esaz bê girtin,
*Li dijî belavbûna hişmendiya DAÎŞ'ê mezinkirina têkoşînê,
*Pêşengtîkirina yekîtiya tevahî tevgerên ciwanan ên Sûriyeyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn,
*Li her herêmê avakirina komîteyên perwerdeyê û birêxistinkirina van komîteyan di bin banê saziykê de û li Tebqa û Dêrazorê avakirina akademiyan,
*Esasgirtina têkoşînê li dijî pêkanînên xirab ên wekî fuhuş, bikaranîna hişbir, dizî û bê exlaqiyê."
Kongre piştî biryarên girîng bi dirûşma, " Bijî serok apo, jin jiyan azadî " hat bi dawîkirin.